• DOLAR 32.378
  • EURO 35.06
  • ALTIN 2325.61
  • ...
Li 5 navçeyên Diyarbekirê qedexeya derketina derve hat îlankirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor beyanata ku ji teref Walîtîya Diyarbekirê vê hat dayîn  li 26 gund û 24 gundikên girêdaye bi navçeyên Licê, Karaz, Hezro û Pasûr yên girêdayê bi ser Diyarbekirê ve ne qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.

Di beyanata ku ji teref Walîtîyê ve wek  nivîskî hat belavkirin de hat îfadekirin ku ji bo operasyonên li dijî PKKê bi ewlehî bên kirin li 26 gund û 24 gundikan ji saet 05.00an pê de qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.

Di beyanatê de cîh hat dayîn van agahîyan: "Li deverên operayon lê tên rastkirin ji bo emnîyeta mal û canê welatiyên me li gor Qanûna Rêveberîya Bajêr ya 5442an ji deverên hatine eşkerekirin yên girêdaye bi navçeya (Licê yên wek Dîbekkoy, Yolçati, Çagdaş, Kayacik, Ortaç, Yalaza, Baglan, Çavûndûr, Dolûnay, Kabakaya, Tepe, Bddak, Dallica, Kûtlû, Oyûklû, Tureli û gundikên  Sinir, Begendîk, Hacicemîl, Esenlî, Çanak, Alataş, Kolbagı, Bakanlar, Kalkanli, Kerpîçoren, Goçer û Çaylarbaşi yê qedexeya derketina derve hatiyê îlankirin. Li gundê Dolaplidere yê girêdaye Sîlwanê û gundikên Alakûşak, Uçdîrek, Ergeçîtî û Erkencîler û gundên girêdaye biser navçeya Hezro yên wek Koçbaba, Ormankaya, Çîtlîbahçe gundikên Şahgeldî û Guzdami li gundên navçeya Karazê yên wek Taşkopru, Temren, Bayirkoy, Demîrlî, Çûkûrça û gundikên wek Kûyûcak, Mevîk, Aşagipolat, Yûkaripolat, Keçîveren û Zumrutlu yê qedexeya derketina qedexeya derve hatiyê îlankirin) ji roja Înê saet 05.00ê 8ê Kanûna 2017an pê de heta daxuyaniyek din qedexeya derketina derve hatiye îlankirin. 

Di dawiya beyanatê de hat îfade kirin ku ji bo ewlehiya can û mal divê hemwelatiyên me rîayetî vê qedexeyê bikin. Derbarê rakirina qedexeya dervede tu beyanat nehat kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir