• DOLAR 32.603
  • EURO 34.801
  • ALTIN 2410.639
  • ...
Yekgirtû: Em qerara derbarê Qudsê de red dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî serokê şeytanê mezin Amerîka Qudsê wek paytexta sîyonîstên îşxalker nas kir re bertekên tund ji qerarê hat nîşandan. Ev bertek didomin. Bertekek jî ji Partîya Yekîtîya Îslamî ya Kurdistanê hat.

Di daxuyanîya ku ji teref Partîya Yekîtîya Îslamî ya Kurdistanê ve hat dayîn de hat destnîşankirin "Em qerara veguhastina seferata Amerîka li Qudsê û Qudsê wek paytexta Îsraîl naskirinê bi şikleke tund red dikin. Biya me ev qerar bi giştî li dijî Mislimanan û bi taybet jî li dijî xelkê Fîlîstînê hatiye dayîn."

Di dawîya daxuyanîyê de hat ragihandin ev qerar Trump dê bibe sedema zêdebûna problemên li herêmê, ji ber vê yekê divê sazîyên navneteweyî û raya giştî bo ev qerar bê betalkirin divê hewil bidin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir