• DOLAR 32.383
  • EURO 35.091
  • ALTIN 2326.314
  • ...
Ji Cemaata Hîzbullah daxuyanîya Qudsê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Cemaata Hîzbullah ve derbarê plana şer a Serokê Dewleta Amerîka Donald Trupm de û derbarê Qudsê wek paytexta sîyonîstên îşxalker îlankirinê de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku ji teref Buroya Çapemenîyê ya Hîzbullah ve hatiye belavkirin de bang li temamê Mislimanan hat kirin  û hat destnîşankirin pêwîst e hemû Misliman û kesên xwedî wijdan wek wicûdekî li dijî vê yekê bisekinin.

Di daxuyanîya ku bi ayeta "Ew kesên ku zilmê dikin, teqez dê bizanibin ka bi bal kû ve cijî û kîjan encamê ve vegerin."(Şuura:227) hat destpêkirin de hat van gotinan:

" Rejîma terorîst a sîyonîstên îşxalker, bi teşwîq û hamleya Amerîka sînoran nas nake û êrîşên xwe yên li hember muqeddesatên Mislimanan didomîne. Şeytanê mezin Amerîka curet kiriye û Qudsa pîroz wek paytexta sîyonîstan nîşan daye. Li dijî vê tuxyan û nêhedîya wan divê temamê Mislimanan û kesên ku xwedî wijdan pêwîst e bibin wucidek û li dijî vê yekê bisekinin.

Em bang li temamê xelkê xwe yê Misliman, welatên Îslamî, Cemaat û şexsîyetên Îslamî û li temamê ummeta Îslamê dikin  bila bi temamê rê û rêbazan li dijî îşxalê li berxwe bidin û bertekên xwe nîşan bidin.

Em dixwazin ji xelkê xwe û ummeta Îslamê re vê yekê bibêjin: Em wek Cemaata Hîzbullah em amade ne temamê derfet û îmkanên xwe di vê rêyê de bikarbînin û wezîfeya ku dikeve li ser milên me  di bin hemû şert û mercan de bi cî bînin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir