• DOLAR 32.541
  • EURO 34.977
  • ALTIN 2430.829
  • ...
Ji Cemîyeta Mustezafan banga Qudsê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Navenda Giştî ya Cemîyeta Mustezafan ve hat belavkirin de derbarê plana şerr û qirêj a Amerîka û sîyonîstên îşxalker de wisa hat gotin:

"Esareta Mescîda Eqsa û Qudsê nêzî nîv qernî ji gelek êş û elem û qatlîaman re şahîdî kir. Di pêvajoya îşxalê ya ku di sala 1947an dest pê kir de siyonîst bi desteka Amerîka û Xerbê gelek qetlîaman kirin. Ji bo xerakirina Mescîda Eqsaya ku ji bo Mislimanan muqaddes e binê wê hat kolan, azan hatin qedexekirin û di hewşa wê de gelek kes hatin şehîdkirin.

Ummeta Îslamê heta îro mizabin li dijî zilmên ku hatin kirin  helwest û sekneke qewî û bi zexm nîşan nedan. Ev halê bêdengî û zilletê bû sedem ku sîyonîstên îşxalker digel desteka ku ji alîgirên xwe standin bi şikleke bêperwa îşxalê berfireh bikin. Birêveberên zelîl ên ummetê ketin derdê meqam û saltanatên xwe û  izzet û rûmeta ummetê pişt guh kirin. Ji zaliman re xulamtî kirin û ewladên mezlûm ên ummetê re lebikîn. Ji fitneyê re teşne bûn û bûne pêlîstok û xulamê zaliman."

Ji ber vê sedemê di serî de em bang li endam û dildarên xwe û bi giştî bang li temamê Mislimanan dikin da ku xwedî li Mescîda Eqsayê derkevin û li dijî Amerîka û îşxalkeran bisekinin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir