Çeteyên îşxalker ên sîyonîst êrîşî Fîlîstînîyan kirin
Piştî li Amerîla Qudsê wek paytexta îşxalkeran nas kir re çeteyên sîyonîst êrîşî Fîlîstînîyan kirin. Di êrîşa ku hat kirin de 17 kes birîndar bûn.
Çeteyên sîyonîstan êrîşî Fîlîstînîyên ku bo prostestoyan xwe berdabûn kolanan, di encama êrîşan de 17 kes birîndar bûn.
Piştî ku ji teref Amerîkayê şeytanê mezin ve Quds wek paytexta sîyonîstên îşxalkeran hat îlankirin re Serokê Buroya Sîyasî yê Hamasê Îsmaîl Henîyye banga întîfadayê kir. Piştî banga întîfadayê ya ku hat kirin re Fîlîstînî xwe bedan kolan û meydanan.
Çeteyên sîyonîst li ser kolanên Zehra û Selhaddîn êrîşî birin li ser xwepêşandaran. Di encama êrîşan de 17 pêşandar birîndar bûn. Her wisa hat ragihandin çeteyên sîyonîstan di serî de li cûrbecûr herêmên Yakayê û li vîlayeta Nablusê serdegirtinan kirin û di serdegirtinan de tev de 33 kes ji teref sîyonîstan ve hatin desteserkirin.(ÎLKHA)