"Ew ê Qudsher tim wek paytexta Fîlîstînê bimîne"
Serokê Buroya Sîyasî yê Hamasê Îsmaîl Henîyye piştî ku Quds ji teref Amerîka ve wek paytexta îşxalkeran hat îlankirin re daxuyanî da û diyar kir "Ew ê Qudsher tim wek paytexta Fîlîstînê bimîne."
Henîyye di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji teref Amerîka ve wek paytexta sîyonîstan naskirina Qudsê dîrok û erdnigarîya Qudsê naguherîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Quds dê her tim wek paytexta Fîlîstîna Îslamî û Ereb bimîne. Eşkere ye ku ev teşebûsa Amerîka berî niha hatiye hisabkirin. Encax ew ê tu carî Quds nebe peytexta sîyonîstan. Amerîka bi vê qerarê helwesta xwe ji xelkê Fîlîstîn, temamê ummetê û ji civaka dinyaya azad re nîşan daye."
Henîyye di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew û Serokê El Fetîhê Mahmut Abbas hevdîtin kirin e û ew di warê redkirina temamê qerarên li derveyî îradeya xelkê Fîlîstînê li hev kirine û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: "Hêza xelkê me heye ku li pey hev întîfadayan tertîp bike."(ÎLKHA)