• DOLAR 32.558
  • EURO 35.053
  • ALTIN 2428.435
  • ...
 "Ger Trump dibêje 'Ez bi hêz im, naxwe heqdar im' wê demê xeta dike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan berîya ku biçe Yewnanîstanê li Balafirgeha Esenbogayê derbarê qerara naskirina Serokê Dewleta Amerîka Trump a Qudsê wek paytexta sîyonîstan naskirinê de daxuyanî da. Erdogan di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir: "Ey Trump, tu dixwazî çi bikî? Ev helwesteke çawa ye?"

Erdogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir kesê ku xwedîyê hêzê be neheqdar e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Karê serokên sîyasî tevlîhevkirin nîne, aştî ye Niha ev daxuyanîyên Birêz Trump wezîfeya 'mîkserê' dibîne û tevlîhevîyê derdixe û ne gotinên bo aştîyê ne. Ger Birêz Trump li vê derê bibêje 'Ez bi hêz im û naxwe heqdar im' wê demê xeta dike. Xwedî hêzbûn ne heqdarbûn e. Kesê ku heqdar ve xwedîyê hêzê ye. Divê vê yekê wisa zanibe. Li vê derê em heqdar in."(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir