Bozdag: Qerara Trump di hikmê tunebûnê de ye
Alîkarê Serokwezîr Bozdag derbarê qerara Qudsê ya Trump de diyar kir "Ev qerara ji alîyê Tirkîyê ve nayê qebûlkirinû di hikmê tunebûnê de ye."
Bekîr Bozdagê Alîkarê Serokwezîr derbarê qerara veguhastina seferata Amerîka ji Telavîvê bl Qudsê û Qudsê wek paytexta sîyonîstan îlankirinê de daxuyanî da. Bozdag di daxuyanîya ku belav kir de diyar kir "Ev qerara ku ji teref Amerîka ve hatîye dayîn ji alîyê Tirkîyê ve nayê qebûlkirin û di hikmê tunebûnê de ye. Ev qerar ne qerara aştîyê ye; berawajî qerara li herêmê derxistina qeyran, kaos û pevçûnan e."(ÎLKHA)