Yekîtîya Alimên Misliman a Cîhanê bo Qudsê banga çalakîyên girseyî kir
Yekîtîya Alimên Misliman a Cîhanê li dijî îlankirina Qudsê wek paytexta sîyonîstên îşxalker bo Qudsê banga çalakîyên girseyî kir.
Piştî ku ji teref Amerîka ve hat diyarkirin ew ê seferata xwe ya li Telavîvê veguhezînin Qudsê û ew ê Qudsê wek paytexta sîyonîstan bê îlankirin re ji teref Yekîtîya Alimên Misliman a Cîhanê ve li dijî vê qerarê daxuyanîyek hat belavkirin û ev qerar wek 'gavekî ku dê herêmê bikin dojeh' hat wesfandin.
Di berdewama daxuyanîyê de bang li welatên Îslam û Ereban hat kirin da ku qerara Amerîka red bikin û dû re wiha hat gotin: " Ev qerar dê temamê Mislimanan Fîlîstînî û yên din sewqî parastina maf û bajarên xwe yên pîroz bike. Em wek Alimên Misliman bangê dikin da ku xelk di vê mijarê de bê îhyakirin û bo Qudsê her roja înê li dijî qerara Amerîka xwepêşanan bê lidarxistin û çalakî bên kirin."
Serokê Yekîtîya Alimên Misliman a Cîhanê Yusuf El-Karadavî derbarê mijarê de diyar kir ji Mescîda Eqsayê û Qudsê tawîzdayîn ne tiştekî hêsan e û dû re wiha got: " Em ji Mescîda Eqsaya qibleya duyemîn a Mislimanan e û ji Qudsê tawîzdayînê qebûl nakin. Qerarek wisa ji teref kî ve bê dayîn bila bê dayîn em ê vê yekê qebûl nekin."(ÎLKHA)