• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Eşqa xwendina Qur'anê ya xuşk û birayê ku çavên wan nabîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Abdullah û Nûrcan Çaglak ên ku çavên wan nabîne di Kursa Qur'anê ya ku ji teref Miftîtîya Diyarbekirê ve hatiyê vekirin de perwerdehîya Qur'anê dibînin. Ezm û îredeya wan a xwendina Qur'anê xweziya mirovan bi xwe tîne.

Berîya niha 4 sal berê ji teref Serokatîya Karûbarên Diyanetê ve ji bo kesên astengdarê çavan li 81 bajaran bi tîpên ' Alfabeya Braille' 132 kes bi perwerdehîya Qur'anê hatin perwerdekirin. Di pê rê 132 kesên perwedehîya Qur'anê girtin li gelek deverên Tirkîye ji bo hindekariya Qur'anê bide kesên çavên wan astengdar bi alîkariya Miftîtîya hatine wezîfedarkirin. Di vê çarçoveyê de Buroya Hindekarîya Perwerdehîya kesên Astengdar ya ku girêdayê Miftîtîya Diyarbekirê li Mizgefta Bedîuzzeman ya ku li navçeye Kayapinarê ye di dawiya hefteyê de ji bo kesên astengdar dest bi perwerdehîya Qur'ana Pîroz hatibûkirin.

Abdullah û Nûrcan Çaglakên ku çavên wan ji dayikbûnê ve nabîne li kursa ji bo kesên çavên wan nabîne hînî xwedina Qur'ana Pîroz bûne.

Birayên ku çavên wan nabîne Qur'ana Kerîm a ku bi alfabeya Braîlleyê ya ku ji bo koran hatiye amedekirin  bi çavên qelbên xwe dixwînin ku ezm û cehda vê bira û xuşkê xwezîya kesên ku wan dibînin bi xwe tîne.

Xuşk û birayên astengdar hest û ramanê xwe bi nûçegîhanê ÎLKHAyê re par ve kirin û gotin dema em Qur'ana Pîroz dixwînin em mufereh û dilxweş dibin.

"Dema meriv Qur'anê dixwîne weke ku derdê xwe ji Xweda re dibêjî ye"

Abdûllah Çaglak îfade kir ku piştî perwerdehîya salekê ew hînî xwendina quranê bûne.

Çaglak destîşan kir ku ew tewsîya her kesî bi xwendina Qur'anê dike û wisa got: "Sala berê min xwestibû ku ez Qur'anê bixwînim. Piştî vê xwesteka min bavê min ez li Kursa Quranê ya ku ji bo kesên astengdar hatibû vekirin qeyd kirim. Ez çûm kursê û hînî xwendina Qur'anê bûm. Dema meriv Qur'anê dixwîne weke ku derdê xwe ji Xweda re dibêjî ye.  Xwendina Qur'anê dilê min rehet dike. Xwendina Qur'anê zehf xweş e. Dema ez Qur'anê dixwînim ez xwe baş hîs dikim. Kesên ne astengdar bin û nizanibin Qur'anê bixwînin bila hînî xwedina Qur'anê bibin. Lewra xwendina Qur'anê zehf xweş e."

"Bila kesên astengdar û kesên ne astengdar tev Qur'anê bixwînin"

Nûrcan Çagak jî îfade kir ku ew bi xwendina Qur'anê Xweda bi bîr tîne û bi birayê xwe re diçe Kursa Qur'anê û hînî Qur'ana Pîroz dibin û wiha got: "Ez hînbûna Qur'anê ji Koordînatorê Astengdaran ê Miftîtîya bajarê Diyarbekir Mûsa Salîm Soyler Xoce hîn bûm. Berîya ez dest bi xwendia Qur'anê bikim min xwendina Qur'anê meraq kiribû. Min meraq kir ku dema meriv Qur'anê dixwîyne bê meriv çi hîs dikin. Ev salek e ez perwerdehîya hînkirina Qur'anê dibînim. Qur'ana Pîroz pirtûkek zehf xweş e. Dema Qur'ana Pîroz tê xwendin însan peyama Xwedê distîne. Dema meriv Qur'anê dixwînin meriv xwe rehet hîs dikin. Ger ez ne astengdarbama û min nizanîba Qur'anê, ji bo ez hîn bibim min ê Qur'an bixwenda. Lewra xwendina Qur'anê tiştekî pir xweşe û dema meriv Qur'anê dixwîne,  Xweda jî bi bîr bixe. Bi ya min divê kesên astengdar û neastengdar tev lazim e Qur'anê bixweynin. Çimkî xwedina Qur'anê pir xweş e. Meriv dikarin bi xwendina Qur'anê Xweda bi bîr bînin."

Bavê zarokên astengdar Beşîr Çaglak jî îfade kir ku ew wek malbata xwe ji xwendina Qur'ana Pîroz az zarokên xwe pir kêfxweş bûne.

"Ji ber zarokên min Qur'anê dixweynin ez pir bextewar bûm"

Çaglak diyar kir ku ji ber li Mûşê mekteba astengdarên çavan tunebû wî mala xwe anîye Diyarbekir û wiha berdewam kir: "Dema min li Dîdîma navçeya Aydinê îqamet dikir, ji ber li wir mekteba astengdarên nêrînê tinebû min zarokên xwe du salan li Denîzlî da xwendin. Ji wir û şûnde min mala xwe anî Mûşê. Ji ber ku li Mûşê mektep tunebû min mala xwe anî Dîyarbekir. Ev 4 sal e ez ji bo zarokên xwe ên astengdar li Diyarbekirê me. Zarokên min li vir hem mektebê dixweynin û hem jî diherin Kursa Qur'anê. Ji ber ku zarokên min Qur'anê dixwînin ez pir bextewar im. Me ji Diyanetê Kur'âna ku bi tîpên kişkişandî hatîye nivîsandin xwest û wan jî dan me. Ji ber ku zarokên min Qur'anê dixweynin ez pir bextewar im. Kesên astengdar dixweynin lê belê hin kesên ne astengdar Qur'anê naxweynin. Bila ew jî Qur'anê bixweynin. Ev firseteke ku Xweda daye wan e. Piştî Xweda ev bedana saxlem daye me, divê em jî vê  firsetê ji destê xwe bernedin. Li hember siheta xwe lazim e em îbadet bikin û Qur'ana Pîroz bexweynin."

"Ez dixwazim ji bo astengdarên çavan lîseyek bê vekirin"

Çaglak di dawiya axaftina xwe de îfade kir ku ew ji zarokên astengdarên çavan pir hez dike û wisa axaftina xwe bi dawî kir: "Ev dayîna Xwedê ye, ez bi kêf û hezkirin li zarokên xwe dinêrim. 6 zarokên min hene, lê belê ji ber ev herdû zarokên min astengdar in ez dibêjim qey hew du zarokên min hene. Niha zarokên min diçin dibistana destpêkê; lê belê li vir lîse tuneye. Ez bangî rayedaran dikim bila ji bo zarokên astengdarên nerînê lîseyekê çêbikin. (ÎLKHA)

 





































Bu haberler de ilginizi çekebilir