• DOLAR 32.607
  • EURO 35.025
  • ALTIN 2426.09
  • ...
HUDA PAR ji Mislimanên Arakanî re alîkarî belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokatîya Şaxa Ciwanan a HUDA PARê ji Mislimanên Arakanî yên ku ji ber zilm û êrîşên çeteyên Bûdîst û artêşa Myanamarê revîyan û derabî Bangledeşê bûn û hewil didin di kampanda bijîn re xwarina gem belav kir.

Îlyas Kayayê Serokê Şaxên Ciwanan ê HUDA PARê  ji ÎLKHAyê re derbarê mijarê de nirxandinan kir û diyar kir ew ê xebatên wan ên alîkarîyê berdewam bikin.

"Mislimanên Rohîngyayî li ber çavên dinyayê tên qetilkirin"

Kaya di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê li hember tiştên ku li Arakanê diqewimin re bêdeng nemînin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Di van 2 qernên dawî de li ser erdnigarîya Îslamê gelek şzilm tên kirin û êş tên kişandin. Di van pêlên dawî çeteyên Bûdîstan êrîşî Mislimanên Arakanî dikin û dev ji camiyan kirina îbadetê berdin, bi ferdî jî kirina îbadet û taatan wek sûc tê qebûlkirin.  Mislimanên Rohîngyayî li ber çavên dinyayê tên qetilkirin. Em jî wek Ciwanên HUDAR PARê  ji bo ji zilma ku li wê derê tê kirin re bê deng nemînin û bo ku em ji wan birayên xwe yên li wê derê re bibin alîkar di sefên herî pêş de cihê xwe girt. Me digel xebata hevpar a bi Weqfa Yetîman re cihê xwe di xebatên alîkarîyê de girt."

 "Bo ji Mislimanên Arakanî re alîkarî bê kirin em bang dikin"

Kaya di dawîya axavtina xwe de diyar kir em alîkarîyan ji ber ku em Misliman in dikin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Ez ji vê derê bangî temamê birayên xwe ciwan ên Misliman dikim. Em mecbûr in ku ji wan birayên xwe yên li wê derê re alîkarîyê bikin. Nekirina alîkarîyê gubeheke mezin e. Em ê van alîkarîyên xwe bidomînin û ji bo vê yekê îjî bangî temamê xortan dikin."(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir