"Parastina statuya Qudsê deynê namûsê ya temamê welatên Îslam û Mislimanan e"
Arîkarê Serokwezîr Bekîr Bozdagderbarê qerara Amerîka ya Qudsê de diyar kir "Parastinastatuya Qudsê deynê namûsê ya temamê Mislimanan, alema Îslamê û ya endamên NYyê ye."
Arîkarê Serokwezîr ji qerara Amerîka ya veguhastina sefareta Amerîka li Qudsê û Qudsê wek paytexta îşxalkerên sîyonîstan îlankirinê re bertek nîşan da.
Bozdag di daxuyanîya ku ji ser hisaba xwe ya fermî ya twîtterê belav kir de derbarê mijarê de weha got: "Quds izzet, şeref û rûmeta Mislimanan e. Quds ne tenê ya Filîstînîyan bi heman awayî doza hevpar a temamê Mislimanan e. Quds mifteya aştîyê ya Rojhilata Navîn û dinyayê ye. Quds xeta sor a Mislimanan e. Parastina statuya Qudsê deynê namûsê ya temamê Mislimanan, alema Îslamê û ya endamên NYyê ye."(ÎLKHA)