• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Henîyye ji qerara kûstax a Amerîka re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serokê Bûroya Sîyasî yê Hamasê Îsmaîl Henîyye ve ji qerara Amerîka ya veguhastina sefareta Amerîka li  Qudsê û Qudsê wek paytexta îşxalkerên sîyonîstan re bertek nîşanî da û destnîşan kir  ev yek tê wateya derbaskirina temamê xetên sor.

Henîyye di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew ji  serokên welatên Îslam û Ereban re, ji Sekreterê Giştî yê Teşkîlata Hevkarîya Îslam û Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Ereban re, ji rêxistin û heyerên navneteweyî û Ereban re name şandine û tê de diyarkirine ku ew ê xelkê Filîstînê ji vê komployê re destûrê nede  û ji bo parastina ax û mekanên pîroz temamê vebijêrkan di rojeva wan de ne.

Henîyye di berdewama daxuyanîyê xwe de diyar kir Amerîka di temamê dîrokê de bûye terefdarê rejîma îşxalê ye û vê yekê bi desteka ku dide rojeva nîjadperest a rejîma îşxalê nîşan daye. Ew qerara Amerîka ya derbarê Qudsê de li dijî peymanên navneteweyî ye û ev yek bo Mislimanan tê maneya heqareteke mezin.

Henîyye di dawîya axavtina xwe de diyar kir ev qerara Amerîka dê ji plana yahûdîkirina Qudsê re bibe destek; divê li dijî vê yekê welatên Îslam û Ereban helwesta xwe nîşan bidin, her wisa divê ev qerar neyê qebûlkirin û  divê zext li Amerîka bê kirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir