• DOLAR 32.547
  • EURO 34.897
  • ALTIN 2441.096
  • ...
"Guzergehên Mislimanên Sunnî û Şiî cuda ne lê armanca wan yek e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Tahrana paytexta Îranê îro Konferansa 31emîn a Wehdeta Îslamê ya Navneteweyî dest pê kir û 3 rojan wê dewam bike. Di Konferansê de hat îfadekirin ku divê êdî wehdetê ji gotinê zêdetir bê sazkirin û di navbera Mislimanan de wehdet bê tesîskirin.

Serokê Karûbarên Diyanetê yê berê Prof. Dr. Mehmet Gormez, ji Partîya Saadetê Hasan Bîtmez û Necmeddîn Çalişkan û gelek alim, şexsên akademîk û ji çar terefên alema Îslamê kes beşdarî bernameyê bûn.

Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî di Konferansê de axaftina vekirinê kir û destnîşan kir ku fîtneya îro ya ku alema Îslamê di nav de ye tev tovên Sîyonîst û emperyalîstan e û bal kişand ser hîle û desîseyên wan û wisa got: "Lazim e em îro kesên dixwazin di navbera Şiî û Sunnîyan de, di navbera Kurd, Ereb, Elewî û Sunnîyan de fîtneyan derxînin baş nas bikin."

Rûhanî di berdema axaftina xwe de got: "Îxtîlaf, dibe sedema fîtneyan û ewqas zû nayê jibîrkirin?  Xelkên van deveran bi sedsalan bi hev re di nava aşîtî û biratîyê de jîyane. Ereb, Fars, Tirk, Şiî û Sunnî bi hev re jiyane. Ji nîvgirava Hîndê heta Rojavayê Asyayê di vê erdingarîyê bi hev re jîyan. Lewra ew mensûbên mezhebên ji hev cûda bûn û wek bira bi hev re jîyan. Ji bo gelan bera hevdin tovên fîtneyê di esra 20/21an de hat avêtên."  

Rûhanî îfade kir ku "Guzergeha Mislimanên Sunnî û Şiî ji hev cuda ne; lê belê armancên wan yek e" û wiha got: "Şiî û Sunnî bi salan wek bira li gor nibûwet, tewhîd û sinetê jîyan. Bi sedsalan e li Iraqê Şiî û Sunnî wek bira bi hev re jîyan û li dijî emperyalîstan bi hev re micadele kirin. Li dijî Îngîlîzan li Efrîka Mislimanên Şiî û Sunnî be hev re micadele kirin."

Rûhanî da zanîn ku ev bi sedsalan e ku Misliman bi hev re dijîn û ew dizanin bê bi hevre jîyan çawaye. Lê belê ji ber ku emperyalîstan tovên fîtneyê xistine navbera me, em Mislimanan ji hev dûr ketine.Rûhanî dû re li axaftina xwe wisa zêde kir û got: "Neyartî û herb diqedin, lê belê tovên ku emperyalîstan avêtinê û fîtneya mezheban bi salan bi dawî nabin. Îro pirsgirêka me ya herî mezin birînên ku agirê fîtneyê vekirî ye, lazim e em wan bipêçin. Neyarên me, Îslamê bi şaşî didin nasîn. Îro berpirsyarîya herî mezin li ser medyaya alema Îslamê û alimê Îslamê ne. Lazim e bahs û qala biratîya Îslamê bikin û rûyê Îslamê yê rast û dirust derxin holê. Îhtîyaca me bi biratîya rast û dirust heye."

Ruhanî di heqê wehdetê de got: "Wehdet; rûmet dayîna mezheban ji hevra ye û mezheb tê wateya jiyana bi hev re. Dema mezhebek bixwaze mezhebekî din ji holê rake an wî nebîne, bi vî awayî wehdet nayê avakirin." 

Rûhanî di dawiya axaftina xwe de got: "Dînê me ne girêdaye bi nasnameyek nîjadî an bi komekê ve ye. Pêxemberê me ji temamê mirovahîyê re hatiye şandin. Wehdet micadeleya  li dijî emperyalîzmê ye, wehdet micadeleya li dijî îstîsmarkirinê ye û wehdet micadela li dijî terorîstan e." 

Serokê Karûbarên Diyanetê yê berê Prof. Dr. Mehmet Gormez jî di Konferansê de axivî û got: "Di roja me ya îro de alema îslamê rojên xwe yên herî zor û bi zehmet dijî û fikrên jirêderketî dixwazin bawermendîya tewhîdê ji holê rakin. Ji ber vê yekê lazim e li hember van fikrên jirêderketî micadele bê kirin."

Gormez di berdewama axaftina xwe de bahsa despêka fîtneyan kir û got: "Di alema Îslamê de fîtneya herî mizin piştî şehadeta Hz. Osman û di herba Cemel û Sifînê de dest pê kir."

Gormez di dawiya axaftina xwe de got: "Ji ber cudabûn û fîtneya di navbera Mislimanan de îro li Lîbya, Sûrîye, Iraq û welatên Îslamê yên din 150 mîlyon zarok yêtîm mane, 60 mîlyon kes jî astengdar bûne. Nebe nebe li hember vanan em berpirsyarîya xwe zanibin û li gor wê hereket bikin. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir