• DOLAR 32.52
  • EURO 34.841
  • ALTIN 2426.537
  • ...
 "Ger civak bi Îslamê neyê îdarekirin ji dêla edaletê ve dê qala zilmê bê kirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

"Dijminên Îslamê tu carî vala nesekinîne"

Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Alî Doyar di berdewama axavtina xwe de diyar kir qala dijminên Îslamê kir û dû re wiha axivî: "Di dîrokê de û di roja me de dijminên Îslamê serî li temamê rêyan dane û hewil dane zirarê bidin Mislimanan  û exlebe jî zirarên mezin dane Mislimanan."

 "Ger civak bi Îslamê neyê îdarekirin ji dêla edaletê ve dê qala zilmê bê kirin"

Doyar di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew wek HUDA PARê mecbûr in ku li derên ku  li feydeya Mislimanan be amade bin û ew ê di nava vê hewildanê de bin. Doyar dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: ""Ger civak bi Îslamê neyê îdarekirin ji dêla edaletê ve dê qala zilmê bê kirin. Wê demê dê li civakê zilm hakim bibe. Ew ê wê demê qala rişwet, dizî, îftîra û neheqiyê bê kirin. Ji ber van sedemayan ku divê Misliman di tu derê jiyana xwe de valahîy nehêlin û divê Îslamê hîn bibin û hewil bidin da ku di Îslamê di jiyana xwe de tetbîq bikin. Bo vê yekê jî qada herî girîng qada siyasetê ye. Em wek HUDA PARê em munasîb dît da ku em di vê qadê de cih bigrin da ku em bibin dengê Mislimanan û ji hîs û hestên wan re bibin tercuman. Em baş dizanin di vê qadê de gelek wezîfê dibin barê li ser milên me û em bi vê şûûrê hereket dikin. Em bawer dikin ku em ê di vê qadê de gelek xebatên girîng bikin. Ez ji Rebbê xwe niyaz dikim ku di vî warî de me muaffeq bike."(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir