Derbarê 19 parlementerên HDPê de fezleke hat amadekirin
Ji teref Serdozgerîya Komare ya Enqerê ve derbarê 19 parlementerên HDPê de ji ber kirina propagandaya "rêxistina terorê" fezleke hat amadekirin.
Hat ragihandin ji teref Serdozgerîya Komare ya Enqerê ve derbarê 19 parlementerên HDPê yên ku di 2wê Gulanê de civîna Komîsyona Makeqanûnê terk kirin de ji ber ku di korîdorên TBMMê de propagandaya " rêxistina terorê" kirine fezleke hat amadekirin.
Navên parlementerên HDPê yên ku derbarê wan de fezleke hatiye amadekirin wisa ye: "Dirayet Taşdemir, Sibel Yiğitalp, Çağlar Demirel, Hüda Kaya, Ayşe Acar Başaran, Adem Geveri, Mithat Sancar, Ferhat Encü, Gülser Yıldırım, İbrahim Ayhan, Garo Paylan, Bedia Özgökçe Ertan, Meral Danış Beştaş, Mahmut Toğrul, Ertuğrul Kürkcü, Mizgin Irgat, Saadet Becerekli, Nadir Yıldırım û Ziya Pir."(ÎLKHA)