• DOLAR 32.579
  • EURO 34.834
  • ALTIN 2416.543
  • ...
Leşkerê ku îşkence li pişîkê kir serxweş derket
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Walîtîya Erzîncanê derbarê îşkenceya ku li Artêşxaneya Erzîncanê ji teref leşkerekî ve li pişîkê hat kirin de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyaniya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin leşkerê ku îşkence li pişîkê kiriye serxweş bûye.

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin  di encama lêkolînên ku hatine kirin de derket holê ku kesên îşkence li pişîkê kiriye kesê bi navê T.H. ye û ji xelasbûna leşkerîya wî re bes 3 roj mane û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: " Derket holê ku leşker di dawiya heftiyê de derketiye destûra çarşiyê û eraq vexwarîye. Derbarê vê bûyera ku civak û raya giştî nerihet kiriye de pêvajoya edlî û îdarî hatiye destpêkirin."(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir