Mînîbûsa ku penaber di nav de bûn li qemyonê qelibî: 11 mirî
Li Hatayê mînîbûseke ku penaberan veduguhast li qemyonê qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de 11 kes jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.
Qeza derdora seat 15.45an de li Taxa Yolagziya Hatayê pêk hat. Li gor agahîyên ku wergirtin mînîbûseke ku tê de penaberên Sûrî yên ku bi rêyên qeçax derbasî vî rexê sînor bûbûn hebûn ji teref cendirmeyan ve hat xwestin ku bê sekinandin. Lê mînîbûs gih neda îqaza bisekine û pêl xazê kir. Mînîbusa ku bi lez ji cihê bûyerê derbas bû li qemyona ku ji hember ve dihat qelibî.
Di encama qezaya ku pêk hat de 11 kes jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar bi amîbûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)