• DOLAR 32.597
  • EURO 34.775
  • ALTIN 2494.749
  • ...
Problema kesên ku li benda pişka Hecê neli TBMMê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Gelek welatîyên ku ev bi salan in niyet dikin biçin axên pîroz  da ku wezîfeya xwe ya hecê bînin li benda pişkavêtinê ne, lê gelek ji wan mexdûrê pişkavêtinê. Ev problema pişkavêtina Hecê di di TBMMê de hat anîn rojevê.

Parlementerê Nîxdê yê CHPê Omer Fethî Gurerê ku di Lijneya Giştî yê TBMMê de axivî di axavtina xwe de diyar kir wî qezaya Dundarliya Nîxdê ziyaret kiriye.

Gurer di berdewama axavtina xwe de diyar kir wî problema welatiyên ku berî vê 11 salan serî li çûyîna Hecê dane û hêj neçûne Hecê guhdar kiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Li qezaya Dundarliyê çend hemşehriyên min hatin ba min û ji min re gotin 'silavan li hikûmetê bikin. Me ji bo Hecê berî vê 11 salan serîlêdan kir, hêj dor nehat me. Wê demê bi 8 hezar lîreyan çûyîna Hecê mimûn bû. Îro ev mesref 4-5 qet zêde bûye. Hêj em neçûne Hecê û mexdûr in.' Ji xeynî van çend welatî diyar kirin ku di pişka Hecê de neheqî tên kirin û pêşaniyê didin sazî, dezgeh û kesan. Ez dixwazim van tiştan bibêjim."(ÎLKHA)

 

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir