Wezareta Tenduristîyê derbarê bihaya dermanan de daxuyanî da
Wezareta Tenduristîyê destnîşan kir di bihaya 917 dermanan de daxistin û ya 945an de jî zêdebûn çêbû û ewê ev yekji 19ê Berfanbarê pê ve derbasdar be.
Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de wiha hat gotin: "Di sala 2017an de di vê bergehê de bihaya 917 dermanan hat kêm kirin û ya 945an de jî zêdekirin hat kirin. Ji ber guherîna ku hatiye kirin da ku derman neyên stokkirin Saziya Cîhaza Tibbî û Dermanê ya Tirkiyê li dermanxane û li depoyên wan kontrol tên kirin."(ÎLKHA)