Li Ewrûpayê nifûsa Mislimanan dê zêde bibe
Li gor daneyên Navenda Lêkolînê ya Pewê ger welatên Ewrûpayê temamê sînorên xwe ji penaber û koçberan re bigre jî ew ê hejmara Mislimanan di nava 30 salên pêşîya me dê zêde bibe.
Li gor daneyên Navenda Lêkolînê ya Pewê ya ku navenda wê li Wasahingtonê ye hejmara Mislimanan di sala 2016an de ji sedî 5ê nifûsê Ewrûpayê bû. Li gro daneyên ku ji teref navenda lêkolînê ve hatine weşandin ger welatên Ewrûpayê temamê sînorên xwe ji penaber û koçberan re bigre jî ew ê hejmara Mislimanan di nava 30 salên pêşîya me dê zêde bibe.
Di daxuyaniya ku ji teref Navenda Lêkolînê ya Pewê ve hatiye weşandin de hat diyarkirin nifûsa Mislimanên li 30 welatên Ewrûpayê tev de 25 milyon û 800 hezar e û ger bes koç çênebin ew ê heta 2050î nifûsa Mislimanan li welatên Ewrûpayê derkevî ji sedî 7,4an û ger koç çêbibin dê derkeve ji sedî 11,2an.(ÎLKHA)