• DOLAR 32.565
  • EURO 34.884
  • ALTIN 2430.476
  • ...
"Em her tim 'HUDA PAR'ê wek ûnsûrek hevsengî dibînin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokatiya Şaxa Ciwanîyê Rihayê ya HUDA PARê û Komeleya Perwerdehî û Çande ya Yaqûbîye yê (Yakubîye-Der) her hefte wek kenveşopiyekê bi endam û dildayên xwe re li Rihayê li mizgefta Mevlîd-î Halîl (Dergah)ê bernameya "Di Nimêja Sibehê de Vejîn" lidar dixin û tên cem hev.

Her hefte roja şemiyê li mizgeftên ji hev cuda tev bi hevre di nimêja sibehê de sef digrin. Bi siloganên "Tu hişyar bibî bila Umet jî hişyar bibe", "Tu Rabe bila Ciwanên Umetê jî Rabin", "Ewladê Medenîyeta Seherê" bernameyên nimêja sibê tên lidarxistin û tê dîtin ku her heftê hejmar akesên beşdar dibin zêdetir dibin.

Di çalakiya nimêja sibê de; Waliyê Rihayê yê berê Zîyaeddîn Akbûlût, Rektorê Zanîngeha Uskudarê Prof. Dr. Nevzat Tarhan, Alîkarê Rektor Prof. Dr. Mehmet Zelka, Endamên Navenda Giştî ya Sazûmana Şêwrê yên HUDA PARê Suleyman Atmaca, Basrî Demîr, Serokê Bajarê Rihayê Lokman Yalçin, Serokê Navçeya Xelîlîyê Alî Dûrmaz, Serokê Navçeya Eyyûbiyê Ahmet Demîr, Serokê Navçeya Karakopru yê Faruk Polat û gelek ciwan beşdarî bernameya nimêja sibê bûn.

Ciwanên di çarçoveya çalakiyê de hatin cem hev û li mizhefta li Wargeha Golamasiyan ya Mevlîd-î Halîl (Dergah)ê nimêja sibê kirin. Piştî ciwan ji mizgeftê derketin li hewşa camiyê misafahe kirin.

Piştî musafahayê, ciwana îkrama Şaredariya Eyyubiyê ya şorbê girtin û çûn Wargeha Golamasiyan ya ku mekanê Hz. Îbrahîm lê ye û li gor rîwayetê dema Hz. Îbrahîm ji teref Nemrûd ve bi mencenîqê davê agir û paşê agir bi emrê xwede dibe av û korta masiya çê dibe.

Di çalakiyê de Rektorê Zanîngeha Uskudarê Prof. Dr. Nevzat Tarhan axaftinek kir û destîşan kir ku bernameyên bi rengî ciwanên bi exlaq mezin dike.

Prof. Dr. Nevzat Tarhan îfade kir ku ew ji bo hin têkiliyan hatine Rihayê û tewafiqek xweş çê bû ku bi ciwanên HUDA PARê re di bernameya nimêja sibêde hevdîtiye û wisa got: "Di civakên tenê ilmê dînî didin xwendin teasûb derdikeve holê. Di civakên tenê ilmê fenî didin xwendin jî fikra pêşverûtîyê derdike ve holê. Di dinyayê de du bi şiklî însan tên mezin kirin. Li Tirkiye jî bi vî awayî însan tên mezinkirin. Ger ev her dû însana bibin yek wê çaxê wê însanên ser li şidetê nade, kesên mafên xwe dixwaze û kesên bi exlaq dê bên mezininkirin. Ji bo vê fikrê bê qebûlkirin û merivê bi exlaq bên mezinkirin divê şik û şipha însanan nemîne. Ji ber vê yekê ev bû wesîleyek baş. Me nimêja sibê di mekanê Îbrahîm Xelîl de kirin. Manewîyatek zaf xweş hebû. Em li vir liqa we hatin. Tewafik her tim xweşe. Xweda vê bike wesîle ya xêrê."   

Tarhan destnîşan kir ku HUDA PAR ji kesên dixwazin Tirkiye li nav hevbixin re nebûye lîstok û wisa li axaftina xwe dawî anî: "Em her tim 'HUDA PAR'ê wek ûnsûrek hevsengî dibînin. Ev cara yekeme ez liqa we hatim. HUDA PAR li vir neyê lîstoka kesên dixwaze li Tirkiye rageşîyê derxe û dabeş bike. Her tim hin kes hin tiştan dikin sebep û fîtneyê derdixin lê belê mala Xwedê ava be ku HUDA PAR ji van lîstokana re haydare û qet neket psîkolojîya şidetê û her tim mafê xwe bi li gor heq u edaletê xwest. Ji ber vê yekê ez HUDA PARê pîroz dikim. Bi tayberî di van çalakiyan de ciwan hene ev kefxweşiyek xweştire. Ji bo ciwana sewqî bal başî û rêya Xweda bike ev xweştire. Hun dilê însanan bi Xweda ve girê didin. Ya esil eve, tiştên din tev derbas dibe û faniye. Neyarê me yê herî mezin nefsa meye. Ji ber em bi nefsa xwera micadele dikin Xweda alîkariya me dike. Dema em li nefsa xwe xwedî derdikevin Xweda alîkariya xwe ji mera dişîne. Ger em ji rêya Xweda dernekeve emê jî wek Hz. Îbrahîm mezharî alîkariya Xweda bibin. Lazime em di serî de pûtên di qelbê xwe de biqedînin, lê belê pûtên zemanê me jî hene. Malê dinyayê, dolar û pere her tiştê ku însan dilê xwe pê girêdi de ew pûtê wîye. Hewceye em hişyar bibin û bi wan re micadele bikin."

Bername bi xwendina dia yê bi dawî bû. (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir