• DOLAR 32.376
  • EURO 34.986
  • ALTIN 2325.865
  • ...
"Xizmetên medreseyan bi hejmarê nayê qedandin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Karûbarên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş ji bo hinek pêwendiyan hatibû Mûşê û bi şêwirmed, rîsipî û temsîldarên saziyên sivîl re hat cem hev.

Serokê Karûbarên Diyanetê Erbaş di bernameya ku li otêlekê hat çêkirin de axifî.

Erbaş destnîşan kir ku kesên Îslam û mislimaniya xwe mihafeze kiribin dê merhameta xwe jî mihafeze bike û li axaftina xwe wisa zêde kir: "Li ser vê erdingariyê dema em Mislimaniya xwe mihafeze bikin emê merhameta xwe li hember her kesî mihafeze bikin. Lê belê dema Însan ji Îsalamê dûrbikevin li ba Însanan ne merhamet dimîne ne jî hestên dilşewatê dimîne. Jiyana ku îro emdijîn em mînakên vana dibînin.

Erbaş îfade kir ku: "Em kesên ku di nava civakê de xatirê ulema û ehlê ilmê dizanin teqdîr dikin û di civakê de hizûr û temînata gel û civakê di destê rîsipî, ehlê ilmê û saziyên sivîl dene." 

Erbaş li axaftina xwe wisa zêde kir: "Ji xwe ehê ilmê warisê Pêxembarene. 'Hun tev têkevin silmê, têkevin nava silmê' yanî têkevin nava aşîtiyê. Bi hevra di nava biratiyê de bijîn. Ji Hz. Adem bigrin heta temamê pêxemberan armanca wan ya herî giring civaka ku jêre hatibûn şandin ji hevre bikin bira, yekîtî û biratiya wan tesîs bikin. Ji xwe ji ber vê yekê navê dînê me bi xwe aşîtiye. Wateya Îslamê bi xwe aşîtiye; Misliman yanî mirovê aşîtiyê. Armanca Îslamê ya herî mezin çiye? Armanca Îslamê ya herî mezin hizûr, aşîtî û aramiya civakê tesîs kirine."

"Li Rojhelat em nikarin xizmetên ehlê ilmê û medreseyan bi hejmarê biqedînin"

Erbaş axaftina xwe wisa bidawî kir: "Li herêma me medreseyên me hene. Ji berê heta niha em nikarin fêde û xizmetên medrese û alimên li Rojhelat kirine em nikarin bi hejmarê biqedînin. Berî niha hezar û 200 sal berê kesên dilêwan bi îslamê şa bûbûn ji bo ji ilim, îrfan û zanyariyan medrese ava kirin, daku însanê ehlê ilmê di van medreseyan de mezin bibin. Heta îro jî xizmetên medreseyan bi vî awayî dewam dikin û bi îzna Xweda wê bêtir xizmet bên kirin. Bi îzna Xweda emê wek Serokatiya Karûbarên Diyanetê bi medreseyan re di nava têkiliyên hê başdebin û em hewl didin ku em zêdetir xizmetê ji gelê xwe re bikin. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir