• DOLAR 32.377
  • EURO 35.025
  • ALTIN 2325.861
  • ...
"Ji nesleke dîndar bêtir neslek mibtelayê tiryakê tê mezinkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê şaxa Diyarbekirê yê Sendîqaya Yekîtiya Xebatkarên Weqfa Diyaneta Xweser(Din-Bir-Sen)ê Cuneyt Ozmen derbarê îstatîstîkên tiryakê de agahî da û got: "Li gor lêkolînên hatine kirin li Diyarbekirê nêzîkî 70 hezar kes bi tiryakê emel dikin."

Ozmen destnîşan kir ku bi tayabet lazime dewlet bi xwe di warê micadela li dijî tiryakê bibe pêşîvan û ger tedbîr neyên girtin nesla niha wê bê winda kirin û wisa li axaftina xwe zêder kir: "Bikaranîna tiryakê heta dibistana navîn daketiye. Li vir wezîfeya herî mezin wezîfeya dê û bavan e. Dema dê û bav zarokên xwe dişînin mektebê an dişînin cîkî din lazime wan seh bikin. Lewra her tişt bi mektebê naqede. Pêwistê ku dê û bav dema zarokên xwe dişînin mektebê an cîkî din wan serberdayê bernedin û binerin ku bê zarokên wan bi kê re radibn u rûndinin. Lazime di vî warî de dê û bav ji wezîfa xwe hayîdar bin. Piştî van teva wezîfe bi rêveberiya mektebê û hêlên Îslamî dikeve. Bi taybetî ev wazîfe, wezîfeya komel û STK yên Îslamî ne. Di gel vana teva wezîfeya herî mezin wezîfeya dewletê ye."

"Îro ji neslek bawermend zêdetir nesleke mibtelayê tiryakê tê mezinkirin"

Ozmen di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku lazime bi taybetî dewlet li dijî tiryakê micadele bike. Ger bi vî awayî dewam bike ew nesla ku me hê vî dikir qet em nikarin bighêjê û emê hê zêdrtir ber bi xerabiyê biçin û wesa got: "Nesla ku tê xwestin, nesleke xwedî ol û bawermend e. Îro ji neslek bawermend zêdetir nesleke mibtelayê tiryakê tê mezinkirin. Bi taybet hêzên tarî û serhevde viya wek sektorekê bi kar tînin. Dema tiryak ji holê rabe wan kesên ku hîle û desîsa dikin, hîle û desîseyên wan wê tev vala derkeve. Ji ber vê yekê ew qet naxwazin vê firsetê ji destê xwe berdin. Jiber qezanca wan wê ji destê wan here ew qet naxwazin vê ji destê xwe berdin. Li hêladin hin kes dixwazin gel tevizandîbe û dema bixwazin rageşiyê derxin ji bo wan ji xwere bikin leystok. Kesên van tiştana dikin hêzên tarînin. Dixwazin gel araqxur,tevizandî û nikaribin bifikirin. Di gel van teva mibtelabûna nesla me ji tiryakê re dirûmeke pir biêşe. Encex em dikarin tev bi hevra di heqê vê de derkevin.

Ozmen di dawiya axaftina xwede bangî tiryakfiroşan jî kir û got: "Lazime em bangî kesên vî îşî dikin jî bikin: Heyfa weye hun gunehin. Ger hun wisa dewam bikin dê hunê bibin êzingê cehenemê. Hûn tenê bi karê xwe ne li serpiyane. Hun dikevin heq û hiqûqê bi hezaran dê û bavan. We dilê gelek kesan şewitandiye. Ji ber vê yekê webalê wê pir zêdeye. Hun nikarin di bin van webalana de rabin. Ger bi sedem we, tiştek bê serê kesekî guneh û qetla wî di hustûyê wedeye. Ji ber hun sebebin gunehên teva di hustûyê wedene. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir