• DOLAR 32.582
  • EURO 34.894
  • ALTIN 2432.141
  • ...
 "Em husrana bikaranîna ilmê ya di rêya xelet de dijîn"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Midûrtiya Bajêra Mûşê yê Saziyên Yurdên Krediyê ve li Mûşê bernameyeke bi navê "Rojên Kariyerê" hat tertîpkirin. Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş beşdarî vê bernameyê bi navê "Ji Ilmê ber bi Şiûrbûnê ve" bû. Erbaşê ku beşdarî konferansê bû diyar kir  fermanê ewil a Îslamê  'bixwîne' ye û dû re qala ehemiyeta ku Îslamê dide xwendinê kir.

Erbaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji bo însan armanca xulaqîna xwe fêm bike divê xwedî agahî û ilm be û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Çavkaniya ilmê wahî ye û ew kesê ku wê ilma rast ji însanan radihîne pêxember e. Divê hamaltiya ilmê neyê kirin. Em ê ilmê di zihnên xwe de bi cî bikin. Her wisa ji bo ku ew agahî û ilm bê bikaranîn em ê hewil bidin. Em îro husrana bikaranîna ilmê ya di rêya xelet de dijîn. Bi ilm û zanistê cûrbecûr çek û sileh tên hilberandin. Ew çek carinan dibin sedem ku qefil bi qefil însan bên kuştin. Hûn lê dinêrin  her roj rêxistin tên damezrandin. Çek tê dayîn ji wan rêxistinan re. Bi wan çekan însan tên kuştin. Ev yek jî bi zanistê tê kirin. Ji ber wê yekê em ê li dû ilm û zanistê bi feyde. Ji bo em karibin însanan îqaz bikin û ya rast ji wan re bibêjin pêdivî bi ilm û zanistê heye. A muhîm ilmê bo feydeya însan bi kar anîn e."(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir