• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Maddeyên ku însanan dikin cinawar û wan jihestan dûr dikin hatin hilberandin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yahya Ogerê Serokê Şaxa Diyarbekirê yê Cemiyeta Yeşîlayê balan kişand li ser zêdebûna bikaranîna tiryakê û destnîşan kir di van demên dawî de maddeyên ku însanan dikin cinawar û wan ji  hestan dûr dikin hatin hilberandin û exlebe jî tiryak di nav ciwanan de bikaranîna wê zêde bûye.

Oger di axavtina xwe de diyar kir ne tenê li Diyarbekir û Tirkiyê bi heman awayî li temamê dinyayê rêjeya bikaranîna tiryakê gelekî zêde bûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em dibînin ku  bikaranîna tiryakê di nava ciwanên ku temenên wan 14-25 sal e de zêde bûye. Her wisa mirinên ji ber bikaranîna tiryakê jî dîsa di nav ciwanan de gelekî zêde ye.

 "Maddeyên ku însanan dikin cinawar û wan ji  hestan dûr dikin hatin hilberandin"

Oger di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê sedemên bikaranîna tiryakê bê lêkolînkirin û li gor wan sedema tahlîla wê bê kirin.Oger dû re  wiha li axavtina xwe zêde kir: " Divê diwarê zirarên bikaranîna tiryakê de perwerdehiyeke baş ji ciwanan re bê dayîn. Ji xwe Yeşîlay ji sala 2014an vir ve di bergeha Micadeleya Rajêriya Tiryakê de perwerdehiyan dide. Lê belê ev yek nes bes e. Lewra kesên ku ticareta tiryakê dikin bi sed dek û dolaban tiryakê dixin nav zarokên me. Heta doh bes esrar hebû, lê belê di van pêlên dawî de maddeyên ku însanan dikin cinawar û wan ji  hestan dûr dikin hatin hilberandin."

Oger di dawiya axavtina xwe de diyar kir li Diyarbekirê bi xwe jî bikaranîna tiryakê her roja ku diçe zêdetir dibe û divê li dijî vê yekê micadele bê kirin.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir