• DOLAR 32.478
  • EURO 34.649
  • ALTIN 2501.579
  • ...
Derbarê 6 endamên Cemaata Îslamî de qerara îdamê hat dayîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

"Mahkemeya Sûcên Şer a Navneteweyî" ya ku li Bangledeşê ji teref birêveberiya Şeyh Hesînê ve hat damezrandin derbarê 6 endamên Cemaata Îslamî de qerara îdamê da.

 Di nav 6 kesên ku derheqê wî de qerara îdamê hat dayîn de parlementerê berê û ji lîderên Cemaata Îslamî Ebu Salih Muhammed Abdulazîz jî heye. Mujibur Rahmanê ku Serokatiya Partiya Cemaata Îslamî dike  derbarê qerarên îdamê de daxuyaniyek da. Rahman di daxuyaniya ku belav kir de ji qerara mehkemê re bertekek tund nîşan da û diyar kir digel ku Ebu Salih Muhammed Abdulazîz tevlî tu sûcî nebûbe jî ew ji "doza siyasî ya xwîndariyê "ya birêveberiya Hesîna   tê qurbankirin.

Weke ku dê bê bîran berî niha jî gelek endamên Cemaata Îslamî ji teref birêveberiya Hesînaya laîk ve hatibûn şehîdkirin.(ÎLKHA)

 

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir