• DOLAR 32.578
  • EURO 35.037
  • ALTIN 2426.092
  • ...
Wesayita leşkeriyê qulibî: Leşkerek jiyana xwe ji dest da 2 leşker jî birîndar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza derdora seat 21.00an de li ser Rêbeja Çewlig-Xarpêtê li nêzî mewqiya gundê Kurucayê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin  ji ber berfa ku bariye wesayîta leşkeriyê şimitî û wergeriya. Di qezaya ku pêk hat de leşkerek jiyana xwe ji dest da û 2 leşker jî birîndar bûn.

Piştî ku bi qezayê hat hisîn ambûlans sewqî cihê qezayê hatin kirin. Leşkerên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

 





Bu haberler de ilginizi çekebilir