4 welatên Ereban Yekîtiya Alimên Misliman ên Dinyayê têxistin "lîsteya terorîstan"
Hat ragihandi4 welatên Ereban ên ku li ser Qatarê dorpêçê sepandin Yekîtiya Alimên Misliman ên Dinyayê têxistin "lîsteya terorîstan."
Yekîtiya Alimên Misliman ên Dinyayê, Konseya Îslamê ya Cîhanê û 11 kes ji teref Siûd, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban, Bahreyn û Misirê ve hatin têxistin "lîsteya terorê."
Di daxuyaniya hevpar a ku di ajansên nûçeyan ên welatên Siûd, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban, Bahreyn û Misirê hatin weşandin de hat ragihandin Yekîtiya Alimên Misliman ên Dinyayê yê ku Yusuf el-Karadavî jê re serokatî dikir, Konseya Îslamê ya Cîhanê ya ku navenda wê Qatar e û 11 kes hatin têxistin "lîsteya terorê."
Hat ragihandin di nav kesên ku hatine têxistin "lîsteya terorê" de kesên bi navê Endamê Konseya Şuraya Teşkîlata Birayên Misliman Muhammed Cemal Haşmet, Mahmud Îzzetê ku di şûna Muhammed Bedîî de wezîfe dike, muxalifên Misirî yên bi navê Yahya es-Seyyid İbrahim Muhammed Musa, Kadri Muhammed Fehmi eş-Şeyh, rayedarên Îxwanê Ala Ali Muhammed es-Semahi,Halid Nazım Diyabê Qatarî û muxalif Hasan Ali Muhammed Cuma Sultanê Bahreynî.(ÎLKHA)