• DOLAR 32.593
  • EURO 34.83
  • ALTIN 2497.626
  • ...
Bo mamostaya xwe ya ku ji teref PKKê ve hat qetilkirin kitêba helbestan nivîsandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şenay Aybuke Yalçina 22 salî ya ku li Hezoya Êlihê mamostetî dikir sala borî piştî belavkirina qarneyan dikir ku biçe memleketê xwe Çorumê. Yalçina ku ew ê çûbana Çorumê di êrîşa bombeyî ya ku li Hezoya Êlihê ji teref PKKê ve hat kirin de jiyana xwe ji dest da.

Xwendevanên Şenay Aybuke Yalçina ku li Hazoya Êlihê di êrîşa ku PKKê li dar xist de  jiyana xwe ji dest da bo nîşan bidin ew mamostaya xwe ji bîr nekirine û dê nedin ji bîrkirin kitêba helbestan nivîsandin.

Xwendevanên mektebê diyar kirin ew bo navên mamosteya wan di kitêban de cî bigre û neyê jibîrkirin ew hest û ramanên xwe di kitêbekê de wek helbestan anîne zimên û navê "Cemre" li kitêbê kirine. Xwendevan her wisa diyar kirin ew ê "Di 24ê Roja Mamosteyan de" ji mamosteyên li mektebê re belav bikin.

Merve Çîftçiyê ji xwendekarên mektebê ye derbarê kitêba helbestan de hest û ramanên xwe wisa anî zimên: " Em ê Mamosteya xwe Aybuke qetiyen ji bîr nekin. Ji bo ku em wê ji bîr nekin me kitêbeke şiiran a ku tê de hest û ramanên me tê de hene amade kir. Ew ê ew kitêb wek xatirayekê her tim li ba me bimîne. Bo navê wê neyê jibîrkirin navê wê li kolan û mekteban hat dayîn. Em gelek zêde bêriya wê dikin. Me çawa ku wê li navçê û mekteba xwe da jiyanadin bi heman awayî di kitêba şiiran de jî da jiyandin.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir