Di nava TIRê de 171 penaber hatin girtin
Li Erzîcanê di dema lêgerîn û kontrola rê de 171 penaberên ku bi şikleke ne qanûnî derbasî Tirkiyê bûne di nava TIRekê de hatin girtin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Erzîncanê ve hatiye dayîn de hat ragihandin di dema lêgerîn û kontrola rê ya ku li Tercana Erzîncanê li ser Rêbeja E/80 hat kirin de 171 penaberên ku bi şikleke ne qanûnî derbasî Tirkiyê bûne di nava TIRekê de hatin girtin.
Derbarê mijara ku di 20ê Mijdarê qewimî de kesê şikdar ê bi navê M.Ş. yê ku tê diyarkirin ji penaberan re organîzatortî dikir hatiye binçavkirin.(ÎLKHA)