• DOLAR 32.471
  • EURO 34.855
  • ALTIN 2477.684
  • ...
Ji "Qesabê Bosnayê"re cezaya muebbet hat dayîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehkemeya Cezayê ya Navneteweyî ya Yugoslavya ya Neteweyên Yekbûyî ji Ratko Mladîçê ku wek "Qesabê Bosnayê" dihat binavkirin û bi sûcê di şerê Bosnayê de kirina jenosîdê dihar darizandin re cezaya hepsê ya muebbet da û hukum kir ku li Srebrenîstanê jenosîd û qirkirin hatiye kirin.

Di encama darizandinê de qerar hat dayîn Ratko Mladîç ji 11 sûcan tev de di 20 sûcan de sûcdar hat dîtin.

Dadger Alphons Orîe derbarê darizandinê de wiha got: "Di sala 1995an de li Srebrenîsta û li derdora wê zilmî, tunekirin, cinayet, jenosîd û dankoçkirineke derê însanî hatiye kirin."

Tê hêvîkirin ku ew qerara derheqê Mladîçê ku di nav wan Sirpên ku di Şerê Bosnayê de ji kuştina zêdetirî 100 hezar kesan mesûl tên girtin de derdikeve pêş bo "tesbîta heqîqetê" yên Şerê Bosnayê  bibe hukmekî diyarker.

Sirpan ji qerarê bertek nîşan dan!

Serokwezîrê Sirbîstanê Ana Brnabîç derbarê qerarê de got "Ez nafikirim ku mehkeme li lihevkirinê re feyde dabe, bereks bi ya min mehkeme ji nebaştirbûna rewşê mesûl e."

Mîlorad Dodîkê lîderê Komareya Sirp a ku di nav Federasyona Bosna Hersek de xweser e jî derbarê mijarê de diyar kir  qerara mehkemê çi dibe bila bibe Mladîç "ew ê her tim bo xelkê Sirp wek efsaneyekî bimîne."

Dodîkê ku ji qenala N1 a televîzyona herêmê re axivî derbarê  Mladîç de vê wesfandinê kir " Ew kapasîteya xwe ya însanî û profesyonel bo parastina azadiya xelkê Sirp danî holê."(ÎLKHA)

 























Bu haberler de ilginizi çekebilir