Esad û Putîn hevdîtin kirin
Beriya civîna girîng a Tirkiye, Rûsya û ÎranêEsad û Putîn hevdîtin kirin
Beşar Esadê doh çû Soçiya Rûsyayê bi Vlademîr Putîn re hevdîtin kir. Hat ragihandin di hevdîtinê de hatiye diyarkirin ku êdî ew operasyona eskerî ya ku li Sûriyê ev 6 salan berdewam dike li ber xelasbûnê ye.
Putîn di hevdîtinê de ji Esadî re gotiye ku meseleya sereke ya li Sûriyê lihevkirina siyasî ye û lûtkeya Astanayê bo aşîtiyê gaveke girîng e.
Her wiha di hevdîtina ku hat kirin de Esad jî diyar kir bo welatên din mudaxeleyî pêvajoya gotûbêjê ya ku dê li Sûriyê dest pê bike nekin pêdivî bi desteka Rûsyayê heye.(ÎLKHA)