• DOLAR 32.355
  • EURO 35.633
  • ALTIN 2323.136
  • ...
Li Dinyayê 71 mîlyon ciwan bê karin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) ya girêdayê bi Neteweyên Yekbûyî (BM) li bajarê Cenevreya Îsvîçreyê rapora bêkariya giştiyê ya dinyayê eşkere kir û derbarê bê kariyê de ahgahî da.

Li gor raporê li giştiyê dinyayê hejmara kesên bê kar ên emrê wan di navbera 15-24an de tev de 70 milyon û 900 hezar ciwan in û tev bê karin ku ev jî nifûsa dinyayê ji sedî 13,1ê temsîl dike. 

Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) texmîn dike ku sala werî wê 200 hezar ciwanên din jî têkevin nav hejmara bêkariyê û heta sala 2030an tê texmînkirin ku wê 26 mîlyon ciwanên bê kar çêbibin.

Li gor rapora ILO yê derdikeve holê ciwanên bê kar ji sedî 30yî li dewletên Ereban in û tê îfadekirin ku kesên li welatên xwe kar nabînîn dixwazin ji bo xebatê herin dewletên din. ILO destîşan dike ku sedemên vê koçberiyê ji ber ciwan li welatên xwe kar nabînin dixwazin koç bikin û piştevaniyê bidin malbatên xwe.

Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) yê îstatîstîkên koçê li gor dewletan jî eşkere kir û li gor wê raporê ciwanên koç dikin ji sedî 44,3yê wan ji dewletên başûrê Efrîqaye û dûra dewletên Bakûrên Efrîqa, Başûrê Emrîqa, Karayîpler û dewletên Rojhelatê Ewrûpa wan dişopîne.

Rêxistinê ji hikumet û rêveberiyên dewletan xwest ku ji pisgirêka ciwanan re çareseriyê bibînin û ji bo ciwan bên îstîhdam kirin lazime îmkanên kar û perwedehiyê bide wan. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir