• DOLAR 32.595
  • EURO 34.8
  • ALTIN 2497.806
  • ...
 "Tesîra HUDA PARê li heremê bi şikleke zêde tê hîskirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şewirmedinya MAKê digel ekîba xwe ya ku ji 178 kesan pêk tê  li Herêma Anatoliya Başûrê Rojhilat nêzî heftiyekê lêkolînan dike. Serokê Lijneya Birêveberiya Şewirmendiya MAKê Mehmet Alî Kulat hizr û ramanên xwe yên derheqê lêkolînên ku li herêmê hatine kirin di Cafe Siyasetê de nivîsand.

Kulatê ku diyar kir li herêmê  tê dîtin nexasim HUDA PAR xwediyê tesîreke mezin e û "bi hevdîtinên rû bi rû yên ku dike li her derî û di nav civakê de xwe dide qebûlkirin."

Kulat di berdewama nivîsa xwe de qala îddîayên derheqê serokên şaredariyên li herêmê kir û got: " Hûn pirsa kîjan serokî bikin dibêjin 'ew ê di demeke nêz de îstîfa bike.' Li ser meseleyên mîna sûcdarkiirn, îman û yên malî tê sekinîn. Li herêmê ji xeynî sûcdarkirinên derheqê serokên şaredariyê de sûcdarkirinê FETO di rêza duyemîn de û ya PKKê jî di rêza sêyemîn de ye. Di vî bergehê de ew pêvajoya guherînê ya li herêmê baş û rast nayê birêvebirin."

 "Li herêmê peydakirina tiryakê wek çay û qahwê asan e"

Kulat di berdewama axavtina xwe de diyar kir nexasim li Rihayê kesên ku bi tiryakê emel dikin gelek zêde ye û divê rayedar dest bavêjin vî karî. Kulat dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Min bi malbatên wan zarokên ku bûne muptelaya tiryakê û pê emel dikin re axivîm. Ger ew reqamên ku tên diyarkirin ji 10an yek rast be bes bi gotineke tenê dahatûya welatê me di xeterê de ye. Zarokên me yên nazenîn ji destan diçin. Bêşiphe di nav rayedarên dewletê de kesên bi xeyret hene; lê rewş ew qas wehîm e ku divê serokomar dest bavêje vî karî. Reqem bi hezaran tê îfadekirin. Li herêmê peydakirina tiryakê wek çay û qehwê hêsan e. Nexasim li Rihayê û giştî li Herêma Anatoliya Başûrê Rojhilat xort tên bijehrkirin. Îdîayên xelkê pir ecêb in û mirov ji wan ditirse."

Kulat di berdewama nivîsa xwe de diyar kir PKK li dijî nirxên manewî yên însanê xelkê micadele dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Di encama lêkolîna me ya ku li sehayê hat kirin de tiştekî din a balkêş derket holê: însanên herêmê yên ku heta doh ji  tesettur, namûs û îffeta xwe tawîzeke biçûk jî nedida  îro serê xwe vedike, qîza xwe ya ciwan dişîne serê çiyê. PKK nirxên manewî yên însanên herêmê tarûmar kiriye."

"Tesîra HUDA PARê li heremê bi şikleke zêde tê hîskirin"

Kulatê ku qala teweccuha ku li herêmê ji HUDA PARê re tê nîşandan kir di berdewama axavtina xwe de wisa axivî: ""HUDA PAR li heremê tesîra xwe dide hîskirin. HUDA PAR bi polîtîqaya wek ya Partiya Refahê li qadê li her derî ye. HUDA PAR wê 'têgihiştina negatîf a Hîzbullah'  bi ser ketiye ku ji ser xwe bavêje û xwe bi civakê bide qebûlkirin. Şaxên ciwanan, nexasim ên şaxa pîrekan pir zêde dixebitin."

"Hemû kes îthamên kiret li raqîbên xwe dike"

Kulat di dawiya axavtina xwe de qala îthamên ku li heremê teref li hev dikin  kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: Kesên AK Partiyî xulasa 'hev dixwin...'Wisa xuya dike ku AK Partî muxalefeta xwe bi xwe(!) bi şikelek bêrehm înşa kiriye. Hemû kes reqîbê xwe bi îthamên kiret ên mîna FETOyîst, kesê ku bêrêtiyê dike û bi îthamên wisa sucdar dike. Ev îtham li temamê wekîlan, şaredaran, serokên navçe û bajêran tê kirin."

Kulat her wisa di daxuyaniya ku da Rojnameya Dogruhaberê de derbarê mijarê de wisa nirxandinan kir:

"Bi qasî ku em dibînin HUDA PAR hewil dide wan cihên ku ji ber HDPê û qismen jî AK Partiyê vala bûne dagire. Di lêkolînên me de hat dîtin ew têgihiştina neyînî ya derheqê HUDA PARê de bi şiklelek ciddî ji holê radibe Me vê yekê di wan xebatên xwe yên ku li herêmê klir de dît. Lêkolînerên me dema ku dikevin nav însanan dibêjin ku şaxên ciwanan, nexasim ên şaxa pîrekan di nav xeyreteke mezin de ye. Em bû şahid ku li herêmê hema hema li deriyê hemû kesî dane. Bi heman awayî kadroya sereke jî bi şikleke zêde dixebite. HUDA PAR bi şiklekek cîddî dide hîskirin ku li herêmê partiya sêyemîn e. Em dibînin ku HUDA PAR li gor anketa sala çûyî îsal dengên xwe ji sedî sed zêde kiriye. Ev reqem ji hêla teweccuha civakî ve reqemekî mezin e. Min ji ber vê yekê ehemiyet da mijarê. Nexasim me dît ku ew gotinên Îslamî di nav muhafazakarên di civakê de cî digrin. HUDA PAR divê nîşan bide ku ew bes ne partiya Kurd û dîndaran in; bereks ew partiyeke wisa ne ku li ser temamê meseleyên Tirkiyê disekinin. Di rastiyê de jî wisa ye; lê belê civak vê nizane. Divê ev yekê bê gotin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir