• DOLAR 32.521
  • EURO 34.798
  • ALTIN 2419.245
  • ...
Pîreka ku xoceya Qur`anê bû deriyê mala wê hat şikandin û hat birin girtîgehê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Diyarbekirê pîreka astengdar a ku diya 4 zarokan e û di sala 2004an de ji ber ku dersa Qur'anê dida hatibû binçavkirin  û derheqê wê de doz hatibû vekirin, ji ber ku doza derheqê wê de bi encam bû di wextên êvarî de deriyê mala wê hat şikandin û hat birin girtîgehê.

Hat hînbûn hîndekara Qur'anê ya bi navê A.O. piştî ku hat binçavkirin hat birin Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa Eyê ya Diyarbekirê.

Li Diyarbekirê doh çvarî hewadisek rû da ku ev hewadis ên salên 90î anî bîran. Pîreka astengdar a ku diya 4 zarokan e û di sala 2004an de ji ber ku dersa Qur'anê dida hatibû binçavkirin  û derheqê wê de doz hatibû vekirin, ji ber ku doza derheqê wê de bi encam bû di wextên êvarî de deriyê mala wê hat şikandin û hat birin girtîgehê. Polêsên tîmên taybet jî beşdarî di serdegirtina malê bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di serdegirtina ku hat kirin de pîrek û qîzên li malên li erdê hatine razandin û eziyet li wan hatiye kirin. Hat ragihandin polêsên taybet ên ku bi postalên xwe ketin hundirê malê nehiştin qîzên di mal de serê xwe binixûmenîn û heqaretan li wan kirine. Polêsê ku di serdegirtinê de û di lêgerînê gazî muztarê taxê nekir wê pîreka ku di camiyê de dersa Qur'anê dida û mudawîmê mizgeftê bû binçav kir û dû re jî wê birin Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa Eyê ya Diyarbekirê."

Mîrxan Ozbekê parêzerê A.O.ya ku bi zext û tehdyiyan hat binçavkirin e derbarê mijarê de diyar kir  muwekkîla wî bi şikleke dereînsanî hatiye binçavkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Îşev bi beşdarbûna bi dehan polêsên tîmên taybet di ser mala muwekkîla min a ku astengdarê de hat girtin. Di serdegirtinê de deriyê malê hat şikandin û bi postalan hat ketin hundir. Di dema serdegirtinê de qîzên muwekkîla min hatin razandin erdê û mal hat tevlîhevkirin. Dû  re jî wê birin Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa Eyê ya Diyarbekirê."

Ozbeklî di berdewama axavtina xwe de diyar kir muwekkîla wî bes ji ber nasnameya xwe ya Îslamî hatiye cezakirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Muwekkîla min di sala 2004an ji ber ku xebatên xwe yên camiyê û ji ber ku dersa Qur'anê dabû hatibû binçavkirin û dû re bi darizandina bêgirtî hat berdan. Di encama dozê de derheqê wê de qerara mehkûmiyetê hat dayîn. Qerara ku di temyîzê de bû hatiye tesdîqkirin. Belê bes ji ber ku dersa Qur'anê daye û xebatên camiyê kiriye jê re ceza hat dayîn."

Ozbeklî di dawiya axavtina xwe de diyar kir niha bi deh hezaran hikûmxwar li derve hene û dewlet bela xwe li wan nade û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Lewra di girtîgehan de cî tune ye. Ev bêhiqûqî jî bi zanebûn û wek zewqê tê kirin. Ev yek bi talîmata taybet a Serdozgeriya Komerê ta Diyarbekirê hat kirin. Dibe ku rayedarên li Enqerê ji rewşê haydar bin. Ev bûyera ku wijdanan birîndar dike ne ya qebûlkirinê ye. Raya gişît hêvî dikir ku kesên ku ji ber nasnameyên xwe yên Îslamî hatine girtin bên berdan, di ser vê hêviyê de kirine neheqiyeke wisa nayê qebûlkirin."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir