• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Kerwana Umûdê li Îranê ji bi hezaran malbatên depremzede re alîkarî belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yekşema borî di wextên êvarî de li Kurdistana Iraqê li ser sînora Kurdistana Îran û Iraqê di mezinahiya 7.3an de erdhejeke mezin pêk hatibû.  Di erdeheja ku pêk hatibû de mirin çêbûbûn û gelek kes birîndar bûbûn û her wiha gelek kes ji malên xwe bûbûn. Weqfa Kerwana Ûmudê, Yetîm-Dera Ewrûpayê û IHO EBRARê ku saziyên alîkariyê ne li Herêma Kurdistana Iraqê ya ku lê di mezinahiya 7.3an de erdhejek pêk hatibû dest bi ziyaretan kiribûn da ku karibin birînên kesên mexdûr bipêçin. Heyeta alîkariyê van hevdîtin, ziyaret û lêkolînên xwe li cihê erdhejê kirin. Piştî lêkolînan heyeta saziyên alîkariyê derbasî Kurdistana Îranê bûn û li wê derê li wan gundên ku erdhejê zirar dabû wan lêkolînan kirin. Heyeta saziyên alîkariyê yên ku li herêma Kurdistanê lêkolînên xwe bi dawî kirin ji bi hezaran malbatên ku di erdhejê de zirar dîtine re alîkarî kirine.

Arîkarê Serokê Weqfa Yetîman Cemal Çinar derbarê mijarê de diyar kir ew wek Weqfa Yetîman ji bi hezarana malbatan e alîkarî kirine, lê belê ev yek ne bes e.

Çinar di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew piştî ku li gundê Koyê lêkolînan  kirin re  dest bi belavkirina alîkariyan kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Em niha li gundê Koyê ne. Li her derî mal xera bûne. Tê gotin bes li vi gundî zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest dane. Dema ku em kir xurekê li wan belav bikin me dît ku tu cihê wan a ku tê de xurekan mihafeze bikin tuneye. Ji ber wê yekê me xurekan di cihekî de mihafeze kir. Me dest bi belavkirina erzaqan kir.Înşallah ew xebatên me berdewam bike. Em ê bi hezaran battaniye belav bikin. Me li herêmê dît ku ji bo çêkirina malên ku xera bûne îxtiyaceke mezin heye. Me ji bi hezaran birayên xwe re alîkarî kir. Înşallah ew ê alîkariyên me berdewam bikin."

Çinar di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî erdheja ku pêk hatiye problema av derketiye holê û ji ber tunebûna avê gelek kes cenazeyên wan nehatine şûştin û hatin definkirin.

Çinar di dawiya axavtina xwe de diyar kir alîkariyên ku hatine kirin ne bes in  û dû re weha dawî li axavtina xwe anî: "Em dibînin ku di medyayê de ew cihên ku erdhejê herî zêde zirarê dane re cî nayê dayîn. Bi rastî jî li vê derê faciayek çêbûye. Dema ku dikin miriyên xwe defin bikin avê nikarin peyda bikin. Em dibînin ku birayên me yên Misliman li vê derê mexdûriyeteke mezin dijîn."(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir