• DOLAR 32.406
  • EURO 35.247
  • ALTIN 2324.282
  • ...
Weqfa Yetîman ji zarokên Arakanî yên ku di medresê de dixwînin re xwarina germ belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Arîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Yetîman Sertaç Tekdal derbarê xebatên alîkariyê yên ku ji bo Mislimanên Arakanî tên kirin de nirxandinan kir derbarê mijarê de agahiyan da.

"Îxtiyaca zarokên ku li vê derê dixwînin ji mekaneke nû re heye"

Tekdal di axavtina xwe de diyar kir ew îro li herêma Ukhiya medreseyekê ziyaret kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Me li wê medreseya ku him dersên Îslamî û him jî yên fennî tên dayîn ji zarokan re xwarina germ belav kir. Elbest manzaraya li vê derê jî wek yên din bû. Banê mederesê dike hilweşe û medrese gelek biçûk e, şert û mercên wê jî qet nebaş in. Îxtiyaca zarokên ku li vê derê dixwînin ji mekaneke nû re heye. Ji wan re derfetên maddî lazim in."

 "Divê temamê Mislimanan, li van zarokên mezlûm xwedî derkevin  û wan mihafeze bikin"

Tekdal di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema ku ew balon li zarokan belav kirin zarok pir kêfxweş bûn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Dema ku me ji zarokan xwarin belav kir, me dît ku zarok çawa ji xwarina germ re hesret mane. Hakeza dema ku me ji wan re balon belav kir pit kêfxweş bûn. Divê em ji destên zarokan bigrin û xwedî li wan derkevin. Ev zarok yetîmên ummetê ne. Divê temamê Mislimanan, li van zarokên mezlûm xwedî derkevin  û wan mihafeze bikin. Em ji vê derê bo birayên xwe yên Misliman banga xwe dubare dikin. Em wan alîkariyên ku we daye me digihijînin kesên muxtaç, lê belê ne bes in. Divê em alîkariyên xwe bidomînin. Ew daxwaza di camî û medreyan de bi Qur'anê mezinkirina zarokên Arakanî heqîqetên mirov ecêbmayî dihêle. Divê em qewetê bidin wan. Ez hêvî dikim ku kesên xêrxwaz him ji bo van medreseyan û him jî ji bo çêkirina medreseyên nû bibin alîkar."

Tekdal di dawiya axavtina xwe de diyar kir dibê alîkarî ji Mislimanên Arakanî hêj bên kirin û em ê jî li vê derê xebatên xwe yên alîkariyê bidomînin.(ÎLKHA)

















































Bu haberler de ilginizi çekebilir