• DOLAR 32.565
  • EURO 34.876
  • ALTIN 2439.51
  • ...
Harîrî li Parîsê bi Macron re hevdîtin kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Serokwezîrê Lubnanê Saad Elî Heriyê ku berî vê du heftiyan îstîfa xwe daxuyand cara ewil ji Siûdî veqetiya û li Parîsê paytexta Fransayê bi  Serokomarê Fransaayê Emmanuel Macron re hevdîtin kir.

Macron berî niha Herîrî bo çareseriya qeyranê û li ser gotinên ku ew li Siûdî bi zorê tê girtin vexwandibû Parîsê. Herîriyê ku daweta Macron qebûl kir çû Parîsê û Macron re hevdîtin kir.

Herîrî piştî hevdîtinê di daxuyaniya ku belav kir de destnîşan kir "Ez ê helwesta xwe ya siyasî ji Lubnanê  piştî hevdîtina bi Serokomar Mîşel Avn re eşkere bikim."(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir