• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Teweccuha xelkê ji HUDA PARê re zêde dibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Lijneya Birêveberiya Şewirmendiya MAKê Mehmet Alî Kulat û Serokê Cemiyeta Nivîskar û Rojnamevanan ê Rihayê  Celal Çîftçî çûn ziyareta Serokatiya Bajêra Rihayê yê HUDA PARê . Kulat û Çîftçî ji teref Serokê Bajêra Rihayê yê HUDA PARê  Loqman Yalçin ve hatin qebûlkirin.

Kulat di dema ziyaretê de diyar kir wî di seheyê de dîtiye ku teweccuha xelkê li hember HUDA PARê zêde dibe  û ji bo pêwîstiyên vê teweccuhê bên bicîanîn gelek bar dikeve li ser milên HUDA PARê.

Serokê Bajêra Rihayê yê HUDA PARê  Loqman Yalçin ji ber ziyareta ku hatiye kirin kêfxweşiyên xwe anî zimên û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Şewirmediya MAKê hat ziyareta me. Me di hevdîtinê de derheqê partiya xwe de gelek agahiyên bi qiymet parve kir. Em dixwazin bibêjin ku em ji şexsê wan gelek zêde îstîfade kir. Di vî warî de ez spasiyên xwe ji wan re tînim zimên."

 "Li hember HUDA PARê teweccuheke mezin heye"

Yaliçin di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji Şewirmendiya MAKê derbarê xebatên HUDA PARê de jî agahiyan wergirtine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Li gor agahiyên ku me ji şexsên wan bi xwe wergirtine: li Rojhilatabaşûr eleqeyeke mezin ji HUDA PARê tê nîşandan. Elhemdulîllah HUDA PAR di nav xelkê de cî girtiye û bi gavên ji xwe bawer û sexlem dimeşe. Me bi xwe jî ji şexsên wan re ji ber ziyareta ku kirine teşekkur kir."(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir