• DOLAR 32.333
  • EURO 35.056
  • ALTIN 2282.641
  • ...
 "Bi wê arşîva dewletê ya ku bi destê FETO hatiye çêkirin" mexdûriyetên nû çêdibin!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Murat Polatê ku bi komplo û kumpasên daraz û polêsên endamên FETO ve hat mahkûmkirin, piştî ku ji girtîgehê derket re bi navgiriya ÎŞKURê dest bi kar kir, lê belê Murad piştî ku nêzî mehekê  xebitî re jê re "sûcdarê terorê"  muamele hat kirin  û kar hat derxistin.

Polar derbarê mijarê de diyar kir ew bi navgiriya ÎŞKURê di Mekteba Yavuz Selîm de dest bi kar kiriye, lê piştî ku 28 roj derbas bûne re ÎŞKUR bi nivîsekê dawî li karê wî aniye. Polatê ku him di rabirdûyê de  bi kumpas û komployan neheqî lê hat kirin û hat avêtin girtîgehê û niha jî bi arşîva ku bi destê FETO hatiye çêkirin tê mexdûrkirin li benda tecellîkirina edaletê ye.

Polat di berdewama axavtina xwe de wisa qala pêvajoya kumpasa ku ji teraf hêmanên FETO ve hatine kirin û têketina xwe ya girtîgehê kir: " Di sala 2006an de dema ku ez li Midûrtiyamal a Bakirkoyê dixebitîm de  polêsên FETOyîst çend caran hatim 'ziyaret'a min. Ji min xwestin ku ez bi wan re bixebitim, ango ji min xwestin ku ez bîatî Fethullah Gulen bikim. Dema ku min vê yekê qebûl nekir, min binçav kirin. Di dema pêvajoya binçaviyê de bi neheqî û belesebeb û bêyî delîlan 6 sal û 3 meh ceza dan min."

Polat di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew mecbûr e debara mala xwe bike û ji ber vê yekê piştî ku ew ji girtîgehê derket re dest bi lêgerîna kar kiriye û dû re wisa qala pêvajoya mexdûriyeta xwe kir: " Piştî 5 mehan ku ez ji girtîgehê derketim min serî li ÎŞKURê da. Piştî serîlêdanê min girtin kar. Nêzî 28 rojan ez xebitîm. Piştî 28 rojan ji Midûrtiya Perwerdehiya Neteweyî gazî min kirin û gotin tu nikarî bixebitî. Bi vê belgeya ku ÎŞKUR ji ewlehiyê standiye  û min jî bi we re parve kiriye karê min ji destên min standin. Min vê yekê ji vê pêvajoyê fêm kir: qaşo sala 2017an sala micadeleya li dijî FETO be jî hêj ew kesên ku ji teref FETO ve hatine mexdûrkirin  bêyî nîşandana tu delîlan wek sûcdar tên qebûlkirin. Ew cezaya ku bi kumpas û komployan ji min re hat dayîn  û ez ji teref  burokrasiya AK Partî ve ji kar hatim derxistin. Em ji niha pê ve 'ne mexdûrê FETO, mexdûrê AK Partiyê ne!' Lewra  di heyameke ku tê FETO tê tasfiyekirin de, mexdûriyeteke nû bi me didin jiyandin."

Polat di berdewama axavtina xwe de diyar kir wî mexdûriyeta xwe ji CÎMER û BÎMERê re şandiye û jê re ev bersiv hatiye dayîn "Ger cardin vegerê li ser karê xwe ya ku bi navgiriya ÎŞKURê dest pê kiribû jî dîsa nikare dest bi kar bike."(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir