Otobusa rêwiyan qulibî: 2 mirî 15 birîndar
Li ser Rêbeja Xarpêt-Diyarbekirê otobusa rêwiyan qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 2 rêwî jiyana xwe ji dest dan û 15 rêwî jî birîndar bûn.
Qeza derdora seat 11.45an de li 75emîn kîlometreya Rêbeja Xarpêt-Diyarbekirê li nêzî Madenê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin mîdîbûsa bi plaqeya 23 HT 077 a ku ajokarê wê Mehmet Akbulut bû dema ku fitlonekê ji ber ku rê şil bû şimitî û wergeriya.
Hat ragihandin di qezayê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)