• DOLAR 32.578
  • EURO 34.91
  • ALTIN 2425.77
  • ...
Kerwana Umûdê li gundên Kurdistana Îranê lêkolînan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yekşema borî di wextên êvarî de li Kurdistana Iraqê li ser sînora Kurdistana Îran û Iraqê di mezinahiya 7.3an de erdhejeke mezin pêk hatibû.  Di erdeheja ku pêk hatibû de mirin çêbûbûn û gelek kes birîndar bûbûn û her wiha gelek kes ji malên xwe bûbûn. Weqfa Kerwana Ûmudê, Yetîm-Dera Ewrûpayê û IHO EBRARê ku saziyên alîkariyê ne li Herêma Kurdistana Iraqê ya ku lê di mezinahiya 7.3an de erdhejek pêk hatibû dest bi ziyaretan kiribûn da ku karibin birînên kesên mexdûr bipêçin. Heyeta alîkariyê van hevdîtin, ziyaret û lêkolînên xwe li cihê erdhejê kirin. Piştî lêkolînan heyeta saziyên alîkariyê derbasî Kurdistana Îranê bûn û li wê derê li wan gundên ku erdhejê zirar dabû wan lêkolînan kirin.

Mamoste Zana, Mamoste Îmam Nûr Merîwan û Mamoste Eshat Faruqî yên ku rayedarên Cemaata Islah û Dawetê bûn ji heyeta Weqfa Kerwana Ûmudê, Yetîm-Dera Ewrûpayê û IHO EBRARê hevaltî kirin û bi wan re li herêmê lêkolînan kirin.

Cemal Çinarê Arîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Kerwana Umûdê piştî ku li herêma ku lê erdhej çêbû lêkolînan kirin re  derbarê mijarê de diyar kir ji ber erdhejê gelek tahrîbatên mezin pêk hatine û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: " Ji ber erdheja ku pêk hat me li gundên Kurdistana Îranê ziyaretinan kir. Bi rastî jî ew manzaraya ku me dî pir ecêb bû. Li hinek gundên ku me çûne kevir li ser kevir nemabû. Gund seranser wêran bûbûn. Însan di nav naçariyê de ne. Însanên ku malên wan xera bûne hewil didin li derve di wan konên ne sexlem de bijîn."

Çinar di berdewama axavtina  xwe di bîran xist ku erdhej gelek zêde zirar daye herêmê û dû re wêiha li axavtina xwe zêde kir: " Zirar ne weke ku di televîzyonan de tê nîşandan; bereks  zêdetir e. Ez ji vê derê nexasim ji birayên xwe yên Misliman ên li Tirkiyê û bi giştî ji Mislimanên cîhanê re bang dikim. Werin em xwedî li van birayên xwe yên li vê derê derkevin, birînên wan bipêçin. Em temamê saziyên alîkariyê vedixwînin vê derê."(ÎLKHA)

 































































Bu haberler de ilginizi çekebilir