• DOLAR 32.573
  • EURO 35.029
  • ALTIN 2426.322
  • ...
Weqfa Yetîman ji Mislimanên Arakanî re alîkariya bataniyan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Yetîman vêcarê jî ji wan Mislimanên ku li Bangledeşê  di kampên Cox's Bazar û Balukhaliyê dimînin re bataniyan belav kir.

Li kampa ku mezintîrîn kampa duyemîn e nêzî 400 hezar Mislimanên Arakanî lê dimînin pêdivî ji tiştên xurek û yên mîna wê muhîm re heye.

Arîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Yetîman Sertaç Tekdal derbarê xebatên alîkariyê yên ku dikin de daxuyaniyan da û diyar kir li her kampa ew diçinê  rewş qet nebaş e û kovandar e.

 "Pêdiviya wan ji hemû tiştî re heye"

Tekdal di berdewama axavtina xwe de diyar kir xebatên wan ên alîkarî berdewam dikin û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: " Ev tiştên ku em dibînin bi rastî jî wicdanan diêşîne.Em ji wê êş û elama ku Misliman li vê derê dikşînin re dibin şahid. Me doh paketên erzaqê belav kir û îro bataniyan. Sibe û du sibe jî em ê alîkariyên cûrbecûr bikin.  Nexasim pêdîvî bi cil û bergên zarokan heye. Problema tenduristiyê gelek mezin bûye û derman tunene. Di her qampa ku em diçinê em li rasta probleman tên."(ÎLKHA)





































Bu haberler de ilginizi çekebilir