Encamên burs û krediyan hatin eşkerekirin
Encamên serîlêdanên burs û krediyên ku bo destekê ji xwendevanên perwerdehiya bilind rê tê dayîn hatin eşkerekirin.
Ji teref Saziya Xewgeh û Krediya Perwerdehiya Bilind ve encanên serîlêdanên burs û krediyên ku bo destekê ji xwendevanên perwerdehiya bilind rê tê dayîn hatin eşkerekirin. Kesên ku serî li burs û krediyê dabûn dê karibin ji malpera KYK yê li encaman binêrin.
Di daxuyaniya ku ji teref KYKyê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ji bo xwendevanên ku dê burs an jî kredî bistînin divê taahutnameyê bidin tesdîqkirin.(ÎLKHA)