• DOLAR 32.57
  • EURO 35.042
  • ALTIN 2429.3
  • ...
Hejmara kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan derket 530î
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane exlebe ji Serpol Zehapa navçeya Kirmanşaha Îranê ne, her wisa hat ragihandin li li Germiyan û Derbendîhanê jî 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 321 kes birîndar bûn.

Bi deh hezaran Kurdistaniyên Rojhilat piştî erdheja bi mezinahiya 7.3an û zêdetirî 100 erdhejên biçûk cara duyemîn şevê li kolanan derbas kirin.

Rayedaran destnîşan kirin xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin û tê tirsîn ku hejmara kesên mirî zêdetir bibe . Muhammed Alî Monşîzadeyê rayedarê Tipa Edlî yç Kîrmanşahê destnîşan kir li wan gundên ku çûyîn û hatin lê zehmet in malbatan nêzî 150 kesan defin kirine.

Her wisa Navenda Erdhej û Meteorolojiyê yê Germiyanê  destnîşan kir, îşev di navbera seat 19.00-20.00an de li Kelarê û Derbendîhanê 4, li herêma sînor a di navbera Germiyan û Qesra Şêrîn de jî 13 tev de 17 erdehejên biçûk pêk hatine.(ÎLKHA)

 























































Bu haberler de ilginizi çekebilir