• DOLAR 32.495
  • EURO 34.984
  • ALTIN 2434.01
  • ...
Saziyên alîkariyê li herêma erdhejê dest bi ziyaretan kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yekşema borî di derdora seat 7.3an de li Kurdistana Iraqê di mezinahiya 7.3an de erdhejeke mezin pêk hat.  Di erdeheja ku pêk hat de mirin çêbûn û gelek kes birîndar bûn û her wiha gelek kes ji malên xwe bûn. Weqfa Kerwana Ûmudê, Yetîm-Dera Ewrûpayê û IHO EBRARê ku saziyên alîkariyê ne li Herêma Kurdistana Iraqê ya ku lê di mezinahiya 7.3an de erdhejek pêk hatibû dest bi ziyaretan kirin da ku karibin birînên kesên mexdûr bipêçin.

Heyetên saziyên alîkariyê li Kurdistana Iraqê bi Mamoste Ferhat û Xelîl Îbrahîmê rayedarên Yekgirto re hevdîtin kirin.

Di hevdîtina ku hat kirin de Arîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Kerwana Ûmudê Cemal Çinar derbarê mijarê de diyar kir ew bo birînên birayên xwe yên Misliman ên ku di erdhejê de mexdûr bûne bipêçin hatine herêmê û ji ber vê yekê ji bo xebatên alîkariyê zûtir û baştir bên kirin ew dixwazin digel wan hereket bikin.

Mamoste Ferhat jî di hevdîtina ku hat kirin de diyar kir ew wek Yekgirto diyar kir ji ber ku heyet bo kirina alîkariyê hatine kêfxweş û bextewar in  û dû re wiha got: " Em wek Yekgirto ji ber hatina we kêfxweş in. Ji ber ku em Misliman in, digel Kurd, Tirk, Ereb û Farisan tev de birayên hev in.  Xweda bi fermana 'Encax Mumin birayên hev in" şerefeke mezin daye me.  Hatine we ya vê derê di çarçoveya biratiyê de kirina alîkariyê ye. Em xebatên we taqîb dikin û xizmetên we teqdîr dikin."

Xelîl Îbrahîmê Arîkarê Serokê Koma Siyasî yê Yekgirtoyê  jî ji ber xebatên ku tên kirin ji heyetan re sipasiyên xwe vegot û diyar kir ew ê di warê gihaştandina alîkariyan de ji wan re bibin alîkar.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir