• DOLAR 32.59
  • EURO 34.847
  • ALTIN 2503.067
  • ...
Ajokaran ji zama ku li sotemeniyê hat kirin re bertek nîşan dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Digel van zamên dawî yên ku di warê sotemeniyê de hatinmkirn lître benzînê bû 5 lîre 70 qirûş, lîtreya motorînê bû 5 lîre û 21 qirûş û lîtreya LPGê jî bû 3 lîre û 50 qirûş. Ajokarên Êlihî ji vê zama dawî re bertekên xwe nîşan dan û diyar kirin ew êdî nizanin çi bikin.

"Ger wisa berdewam bike em ê kontakê bigrin"

Ajokar Mirad Taş derbarê mijarê de diyar kir ji ber zamên ku hatine kirin êdî ew ketina astan girtina kontakan û dû re nerazînûna xwe wisa anî zimên: " Berî niha wesayîta min hebû û bi dîzelê dixebitî, lê ji ber zamên dawî ez derbasî LPGê bûm, encax ew jî biha bû. Êdî ez nizanim  çi bikim. Ger biha piçekî bên daxistin dê baş bibe. Ger wisa berdewam bike em ê kontakê bigrin. Tu çareya me tuneye. Berî niha min depoya xwe bi vê parayê fuul dikir, lê belê niha ez bi vê parayî depoyê encax bi nîvrê dikin. Divê wisa berdewam neke. Em hêvî dikin ku kêm bibe."

"Ev yek neheqî û zilm e"

Ajokarekî din ê bi navê Hesen Okan jî ji zaman re bertek nîşan da û derbarê mijarê de wisa axivî: "Êdî em aciz bûn, serê hefteyekê du hefteyan zamê dikin, ev yek ne karê aqilan e. Berê dema ku serê mehekê an jî salê carekê zam dihat kirin di rojnameyan de bênavber qala vê zamê dihat kirin. Niha êdî me înnallah kir. Wellahî êdî em nikarin wesayîta xwe bişuxilînin. Êdî dema ku em derdikevin rê çavê me li îbreyê ye. Ev qas çî nabe. Em êdî wesayîta xwe bo karên zarûrî jî nikarin bi kar bînin. Ev yek neheqî û zilm e. Em dixwazin zam bên vekişandin û bihaya wan vegere li ser sehra berê."

Her wisa ajokar û xwediyê îstasyona sotemeniyê derbarê mijarê de berteka xwe wisa nîşan dan:

Ajokar Weysî Turan: "Em ji ber zaman êdî xemgîn in, di pêvajoya piştî vê de ez ê dest bi bikaranîna duçerxê bikim.

Ajokar Bedrettîn Koyun: "Ji ber ku benzîn gelekî biha ye ez motosîkletê bi kar tînim."

Mesûd Polatê xweditê îstasyona sotemeniyê: "Berî niha ajokara depoyên xwe ful dikirin, lê belê a niha bi qasî îxtîyaca xwe distînin ku ji ber van zamên dawî çawa ku ajokar aciz bin em bi xwe jî aciz in."(ÎLKHA)

 



































Bu haberler de ilginizi çekebilir