• DOLAR 32.332
  • EURO 35.038
  • ALTIN 2320.606
  • ...
Weqfa Kerwana Ûmudê bo biçe herêma erdhejê sînor derbas kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 Yekşema borî di derdora seat 7.3an de li Kurdistana Iraqê di mezinahiya 7.3an de erdhejeke mezin pêk hat. Heyetek ji Weqfa Kerwana Ûmudê ji bo birînên xelkê Kurdistanê bipêçin û ji wan re bibin alîkar sînor derbas kirin.

Arîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Kerwana Ûmudê Cemal Çinar derbarê mijarê de diyar kir ew ji bo xisara erdhejê di cihê wê de tespît bikin û bo birînên xelkê mexdûrê erdhejê bipêçin dane rê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Em li deriyê sînor a Xabûrê ne. Em digel heyeta xwe diçin cihê erdhejê da ku xisaran di cihê wê de tespît bikin û di bergeha kampanyaya ku hatiye destpêkirin de birînên wan bipêçin. Înşallah hewil bê dayîn da ku biratî, digelhevî û yekîtiya Mislimanan bê temînkirin."

 "Em banga alîkarîkirinê li xelkê xwe dikin"

Çinar di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji bo birînên mexdûrên erdhejê bên pêçan bila alîkarî bê kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Em ê bûyeran di cihê wê de tespît bikin. Em dibêjin înşallah em ê di vî warî de ji eleqe û hesasiyeta xelkê xwe  îstîfade bikin.  Dema ku em çûn cihê erdhejê înşallah em ê cardin vê meselê bi riya çapemeniyê bînin ziman. Em ê alîkariyên ku dê bên kirin digel heyata xwe bigihijînin wanan. Em wek Weqfa Kerwana Ûmudê diçin da ku him li Îran û him jî li Iraqê bibin ûmud. Em bang li xelkê xwe dikin da ku destek û piştgiriyê bidin vê kampanyaya alîkariyê.

Her wisa IHO-EBRAR û Yetîm-Dera Ewrûpayê jî bo birînên xelkê bên pêçan ji heyetê re rêhevaltî û alîkarî kirin.(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir