• DOLAR 32.347
  • EURO 35.102
  • ALTIN 2308.142
  • ...
Otobus wergeriya 6 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Avcilara Stenbolê li ser Rêbeja D-100î otobusa navbajêr ji rê derket û qulibî. Di encama qezayê de 2 jê giran tev de 6 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatina Xeta Îxbara Xeberan a Whatsapa ÎLKHAyê qeza di derdora seat 19.00an de li îstîqmeta Avilar li qawşaxa Haramîdereyê pêk hat. Hat ragihandin ji ber ku ajokara hakimiyeta dîreksiyonê winda kiriye otobus ji rê derketiye û wergeriyaye.

Piştî ku bi qezayê hat hisîn gelek zêde polês, îtfaye û ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. 6 kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û rewşa 2yan giran e.(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir